Nêçîrvan Barzanî pêşangeha Rwanga Foras vekir
Pêşnageha Navdewletî ya Rwanga Foras ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ve hate vekirin. Di pêşangehê de ji 14 welatan 164 kompanî beşdar bûne.
Pêşangeh ji îro ve dest pê kir û dê bo dema du rojan berdewam be.
Kompaniyên beşdar di pêşangehê de dê di 36 kertan de derfetên kar nimayiş bikin.
Rêveberê Dezgeha Rwanga, Ebdulselam Medenî di merasima vekirina pêşangehê de ragihand: “Projeyên me fokusê dixin ser dabînkirina çareseriyan û pêşxistina şiyanan.”
Ebdulselam Medenî herwiha got: “Em pêşbînî dikin di pêşangeha RwangaForas a 2019 de 2 hezar derfetên kar peyda bike.”
Herwiha tê pêşbînîkirin ku derdora 20 hezar kesan serdana pêşangeha navdewletiya Rwanga Foras bikin.
Rêvebera Programa Rwange, Dastan Qadir pêştir di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de daxwazê kiribû, her kesek diçe pêşangehê, nêzîkî 20 kopiyên CViyên xwe bi xwe re bibe û daxwaza kar jî ji hejmareke zêde ya kompaniyan bike.
Di maweya sê salan de dezgeha Rwanga derfetên kar jibo zêdetir ji 4 hezar û 500 kesan dabîn kiriye.
https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/934521690227343/