Em ji her demî pirtir bawer in, ku gelê me wê azad be
Meclisa PSKê rojên 13-14ê Tirmehê civiya û encama civîna xwe bi daxûyaniyekî ji bo Raya Giştî ragihand.
Daxûyaniya PSKê:
Meclîsa Partiya Sosyalîsta Kurdistan di 13-14 Tîrmeha sala 2019an da cîviya û giftugo li ser xalên cîvinê kir û biryar da, ku belavokê jêrî pêşkeşê bîrurayê giştî bike.
Îttifaqa Cumhur a êrîşkar û şoven, ku AK Parti û MHP pêkanibû, di encama hilbijartina 31 Adarê da şikiya. AK Parti, ku eva 17 sal in desthilatdar e, gelek şaredariyê mezin û giring ji dest da. İttifaqa Cumhur, ku encama hilbijartina İstanbul a 31 Adarê nepijirandibûn, di hilbijartina 23ê Xezîranê da bi temamî têkçû û şîkestekê mezin xwar.
Usa xuya ye, ku encama hilbijartina 31 Adarê, di rêfên desthilatê da bûye sedema jêkbelavbûn û tirs û xof. Ev tirs û xof û jêkbelav bûn, paş hilbijartina 23ê Xezîranê pirtir û kurtir bûye.
Weneyê siyasiya heyî, berhema siyaseta zilm û zordariya bê sinor a AK Parti û hevpeymaniya wî MHP ye, ku AK Parti di demên dawî da teslîmê siyaseta MHP bibû.
AK Parti di salên dawî da, ji hewla kudutayê 15 Tirmehê jî îstîfa kîr û sîstemekê zordar ava kir. Deskevtiyên demokratîk yên berê ji holê rakir. Di encama siyaseta hanê a zordar da, bi dehan hezar kes hatine girtin, hatine nefî kirin û bê îş û kar mane. Dengê hemu ragihandina dijber hat birin, bi hezaran rojnemevan, nivîskar û ronakbîr ketine ber êrîşê û maxdur bûne. Bê guman siyaseta hanê bûye sedema qeyrana aboriyê. Qeyrana aboriyê, ku îro li Tirkiyê heye, bûye sedema hêjarî û di hemû beşên civatê da nigeraniyekê kûr.
Sedema pêvajoya jêkbelavbûna AK Parti, siyaseta wî ya derheqa pirsa Kurd e. AK Parti jî dixwaze bi tundûtujiye pîrsa Kurd çareser bike. Operasyonên leşkerî, ku, hikumeta AK Partîidi Kurdistana Bakûr û Kurdistana Rojavayê da bi rêva dibe, di heqê Kurdan da gotarên nehez û xaqaretamîz, êrîş li ser hemu destkevtiyên gelê Kurd, bûne sedemê vê hendê, ku gelê Kurd ji AK Parti dûr bikeve û di hilbijartina dawiyê da têk biçe.
Îro li Tirkiyê ligel jêkbelavbûna deshilatdariya AK partî û MHP, qeyranê sîstemê jî heye. Bê guman kêşeyên bingehîn a Tirkiyê, ji kêşeyên sîstemê kurtir in. Lê belê Sîstemê Serokkkomariyê, ku paş Rapirsiya 16 Avrila sala 2017a hatiye ava kirin, pirs û kêşeyên hanê zêdetir kiriye. Sîstemê, ku îro li Tirkiyê bi rêva diçe, balansa dezgeyên dadî, yasayî û bi rêvabirinê xirap kiriye. Di sîstemê hanê da, qedr û qiymet û fonksiyona Parlamento nemaye . Sîstema hanê sîstemek, ku li ser desthilatiya teqakesî hatiye damezrandin.
Bi gor bîr û baweriya me, ku me di Rapirsiya 16 Avrîla sala 2017an da jî pêşkeş kiribû, Tirkiyê hewcedarê guhartina şiklî û bê bingeh nine. Tirkiyê hewcedarê guhartina bingehîn e, ku têda maf û azadiyên bingehin bêne parastin, nasnameyê Kurdan û pêkhatiyên din yên olî û netewî bêne pejirandin û mafên wan bêne zamin kirinê. Li Tirkiyê ev yêka hanê jî bi sîstema fedaralî ve ci be ci dibe. Guhartina bingehîn a bi vê şiklê, bi sîstema parlamenterî jî dibe, bi sîstema serokatiyê, ku li ser balansa dezgeyên dadî, yasayî û birêvabirinê hatiye ava kirinê jî… Bê guman guhartina hanê û ji nuve avakirinê Tirkiyê, pêwîstî bi desturek demokratîk, pir reng û pir deng û bi gor binemayên navnetewî hatiye amede kirinê heye.
Partiya me piştigiriya hemu hewlan dike, ku dixwazin rejîma dij-demokratîk û taqakesiyê bigorin. Lê belê girintirin tişt ev e ku, bona ava kirina sîstemeka demokratîk, pîr reng û pirdeng û fedaralî, ji qeyrana aborî û civakî îstîfade kirin e; bona vê armancê ava kirina zemînê giftugo û diyalog e. Em wekî PSK, bona wan armancan amade ne ligel hêzên welatparêzên Kurd, ligel hêzên demokrat û guhartinxwazên Tirkiyê bidin û bistinin.
PSK banga hikumeta Tirkiyê dike, ku rêz li daxwaza netewiya gelê Kurdistana Rojava bigre û li ser bingeha rêzgirtina hevudu ligel wan bide û bistine.
Partiya me carekî dinê radigihine, ku êrîşa Tirkiyê bo ser Kurdistana Başur bi baheneya PKK, dibe sedema bê istiqrariya Hikumeta Herêma Kurdistanê.
PSK her usa carekî dinê radigihine, ku êrîşên PKK bo Tirkiyê ji Kurdistan Başurê, zirarê dide gelê Kurdistana Başurê.
Cerîbandin û bûyerên berê nişan daye, ku operasyonên leşkerî, şer û pevçûn bi kêrî çu kes nehatiye. Ligel evqas şer û operasyon ne dewlet gihîştiye neticeyekê ne jî PKK gavek pêşve çûye.
Çareserî di zemîna siyasî û giftugoyê da ye.
PSK gelek pê xweş e, ku li Kurdistana Başurê lihevhatina netewî û pêvajoya rêkûpek kirinê ber bi pêş diçe.
PSK carekî dinê pirozbayî lî Neçîrvan Barzanî dike, ku bi tifaqa aliyên siyasî wekî Serokê Herêm hatiye hilbijartinê.
Bi gor bîr û baweriya PSK, li Kurdistana Başurê, damezrandina hikumeteka bingehfireh di bin serokatiya Mesrur Barzanî da, hêviya gel xurttir dike û ciyê xweşhaliyê ye.
Partiya me bi rêz û îtîramê ve Dr. Qasimloyê nemîr, ku di masayê diyalog û giftugoyê da hatiye şehîd kirinê, yad dike.
Qatlîam û cinayet û kemînên dagirkerên Kurdistanê bê feyde ye, lê belê bi ders û pendên xwe ve di mêjiyê me da ci girtine.
Em ji her demî pirtir bawer in, ku gelê me wê bibe azad.
15 Tirmeh 2019
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan