Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Brîtanî civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel General Sir John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Wezareta Berevaniya Brîtanya yê Rojhilata Navîn û John Wilkes Balyozê Brîtanya li Iraqê û James Thornton Konsolê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê û şandekî li gel, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, peywendiyên Hewlêr û Bexda, çareserkirina destûrî ya kêşeyên Hewlêr û Bexda, meşq û rahênana bi hêzên Pêşmerge û berdewamiya çaksazî û reformên li Wezareta Pêşmerge guftûgo kirin.

Li civîna ku êvariya îro dûşem 15/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, şanda mîhvan pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Serokê Herêma Kurdistanê kirin û hêviya serkeftinê xwestin. Rêzdar jî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsolê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir û li kar û erkê wî yê nû da hêviya serkeftinê xwest.

Berev pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Brîtanya li warên cûda cûda da, hevkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevpeyman bi taybetî Brîtanya ya binbirkirina metirsiya terorê û rûbirûbûna tundiyê, avadankirin û gihandina xizmetguzariyê ji bo navçeyên ziyanberketiyên şerê Da’îş û vegerana koçberan li ser warên wan, babetên dinên vê civînê bûn.

Nerîna min :