Erdogan dixwaze rê li partiya nû bigre

Piştî hewldanên damezirandina partiyek nû di nava AKPê de tê kirin, Erdogan hinek kesayetên ku navê wan ji bo damezirandina partiya nû tê gotin re hevdîtina dike. Ji berî niha Erdogan li gel Ali Babacan hevdîtinek pêkanîbû. Lê Babacan veqetandina xwe ya ji AKPê eşkere kir û di daxûyaniyekî de sinyalê avakirina partiyek nû eşkere kirîbû.

Niha jî Erdogan wezîrê berê û cîgirê serokwezîrê berê Mehmet Şîmşek re hevdîtinek pêkanî. Rojnevanekî behsa naveroka hevdîtina Erdogan û Şîmşek dike û dibêje: Erdogan tu pêşniyarên ku Mehmet Şîmşek cardin li hukumetê vegerê nekiriye. Lê Erdogan daxwaz ji Şîmşek kiriye ku car bi carê werin ba hev û rewşa ekonomiyê gotubêj bikin.

Tê zanin ku Şîmşek 12 sala wezîrîtî kiriye û yek ji wan kesên ku ekonomiya Tirkiye li gel Alî Babacan reve dibira bû. Dixweyê metirsiyek mezin ya Erdogan ji bo rewşa ekonomik peyda bûye û dizanê ku eger partiyek nû bê avakirin dê bandorê li desthilatdariya Erdogan bike.

Erdogan bi van hevdîtinan dixwaze rê li partiyek nû bigre. Vê yekê pêkneynê jî, hewl dide ku hinek kesayetên navên wan derbas dibin aliyê xwe ve bîne. Lê dixweyê dilê gelek kesan ji Erdogan û helwesta wî ya vê dawiyê maye û Taybetî şirikatiya AKPê û MHPê gelek kesayet ne razî kirine.

Bi awayek din Bahçelî dikare serê Erdogan bixwe…

Nerîna min :