Cîhan

Erdogan xatir ji Ewropa xwest

Eve demeke kirîna fûzeyên S-400 ji Rusya di media cîhanî de tê gotubêj kirin. Herî dawî Sistema S-400 ji Rusya hate kirîn û hinek parçeyên vê sîsteme anîn Enqere û teslîmê Tirkiye kirin. Yanî Tirkiye Sistema S-400 li himber hemû dijitiya Amerika û NATAOyê kirîn û dê li Tirkiye cih bike.

Li Tirkiye hemû medyayê û aliyên siyasî yên ku li himber desthilata Erdogan disekinin di vê pirsê de bi yek dengî pişgiriya Erdogan kirin û helwesta Erdogan ya di vê derbarê de gelek erênî nirxandin.

Ji aliyek din ve hêja gotubêj û nirxandinên cuda di media Rojavayê de tê kirin. Rojnama Almanî  Die Welt, di vê derbarê de nirxandinek weşand.

Die Welt di nivîsa xwe de dibêje:

Sistema S-400 ku gelek dihatin gotubêj kirin giha Tirkiye, beşek ji parçeyên sistemê teslimê Tirkiye hatin kirin.Tirkiye endamê NATOye û kaşo şirîke Amerika yê stratejik e.Lê li himber rexneyên tundên Amerikayê ev sistem ji Rusya kirî.Tirkiye 2.5 milyar dolar dan Rusya. Erdogan li himber hemû rexneyan û balkişandinan ev sistem kirî, armanca Erdogan ji aliyê pisporan ve jî heta niha nehatiye fam kirin.

Rojnameya Almani dibêje ku, Erdogan bi vê helwesta xwe xatir ji Ewropa xwestin.

 

Back to top button