Polîtîk

Divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyana netewî

Serok Barzanî di derbarên bûyer û rewşa Kerkûkê ya herî dawî de, ji bo Raya Giştê daxûyaniyek ragihand. Barzanê dide xûyakirin ku , ew tu cara li ser Kurdistanîbûna nasnameya Kerkûkê paşve gava navêjin.

Daxûyaniya Barzanî:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Kêşeya Kerkûkê tenê giriftê siyasî ya di navbera dû partî yan gengeşeya siyasî ya di navbera çend aliyen nîne. Li rastiyê da kêşeya Kerkûk babetekî dîrokî û siyasî û kevne û li heman demî de jî fireh rehend û mezine.

Bi sedema wê rewşa neasayîya li ser Kerkûkê da hatiye û ji ber pêwîstiya asayîkirina rewşa emnî û îdarî ya bajar û xizmetkirina xelkê Kerkûkê û her wiha çareserkirina kêşeyan bigiştî, em li gel ewe dayîn ku rêkkeftin û hevreyî ya aliyên Kurdan, hengavekî girînge lê belê li gel ewe da jî pêwîste kêşeyên Kerkûkê bi parêzger ve jî di destpêkê li navbera Hewlêr û Bexda bê yekalî kirin û bê çareser kirin. Her encamek jî ku hebê divê cihê rizamendiya hemû pêkhatên Kerkûkê bê.

Niha rewşeke erênî li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û eve jî derfetekî gelek başe ku bi sûdwergirtina wê rewşa erênî giriftên emnî û îdariyên Kerkûkê jî çareser bibê û li çarçêweya destûr da Kerkûk vegerê ser rewşa xwe ya asayî. Ji ber ku ew rewşa niha li Kerkûkê heye nabê berdewam bê.

Niha û berê jî raya me wiha bûye ku li ser Kurdîstanîbûna nasnameya Kerkûkê destberdariyê nakîn û divê Kerkûk bibê mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û hemû pêkhat bikarin bi aştî û birayetî û tebayî li Kerkûkê da li gel hevdû bijîn.

Mesûd Barzanî
13.07.2019

Back to top button