Tefecî hatin girtin

Li Sêrtê, Bitlisê û Şirnexê li dijê Tefeciya operasyonek pêkhat û di dencam de 14 hatin binçavkirin, ji wan 7 kes bi tohmeta tehdît û dana pera bi faîzê hatin girtin.

Tefecîtî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê bûye wek derfetek ku xelk bêne xapandin .  Yên vî karî dikin pera bi faîzek gelek bilind didin xelkê. Dema kesek nikaribe şûnve pera li Tefeciya vegerinê faîze du qet , sê qet dikin. Wek mînak 10 hezara bidin yekî dikare bibe 70-80 hezar. Xelk xaniyê xwe difroşin, gelek cara dema nikarin pereyê faîze bidin malên xwe bar dikin ji bo tehdîta Tefeciya direvin, heta gelek kesan bi vê mebestê xwe kuştine û dawî li jiyana xwe anine.

Bi kurtahî tefecîtî, mal xirabine, koçberiya û xwe kuştine. Kesên vî karî dikin hemû jî ji aliyê civatê ve têne naskirin, mixabin ji bo xwedî perene îtibarek wan jî di civatê de heye.

Ev wek birînek di civatê de ye, lê kesek taybetî aliyên siyasê newêrin behsa vê yekê bikin. Heta piraniya kesên van karên qirêj dikin endamê partiyên siyasîne û di nava partiya xwe de jî xwedî îtibarekinê.

Mixabin ev birîna civakî çikas diçe kûr dibe û hinek aliyên siyasî ranta vê yekê jî dixwin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: