
Serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzani, destpêka demê hilbijartinê de wek yekem berpirs li Kurdistanê dengê xwe da.Piştî ku serokwezîr dengê xwe da daxûyaniyek ji bo medyayê da û got:. “ Ji bo gelê Kurdistanê û Iraqê rojeke giring û dîrokî ye, proseyeke demokrasiyê ye ku bi rêya sindoqên dengdanê nûnerên xwe destnîşan dikin. Ji bo me gelek giring e ku welatiyên me bi germî beşdarî bikin.“. “ Ti aliyekî, bêyî hevpeymanî nikare hikûmetê pêk bîne. Ev mijar zelal e. Li gor me hikûmeta piranî di berjewendiya Iraqê de nîne, bi taybetî li gel pêkhateya Kurdî divê ev li ber çavan were girtin û li gor me ne wisa ye ku ew di berjewendiya Iraqê de ye eger biqewime.“.“ Em hêvîdar in ev li Iraqê bibe destpêka qonaxeke nû. Ev qonax, qonaxa piştî DAIŞê ye û ji aliyê xizmetguzariyên hemû Iraqê tevî Herêma Kurdistanê ve divê giringî pê bidin. Bêyî çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, em bawer nakin ku li Iraqê pêşveçûnek çêbibe. “