Li Iraq û Kurdistanê dengdanê destpêkir

Li Iraq û Herêma Kurdistanê proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê di saet 07:00an de dest pê kir.Li Parlamentoya Iraqê 328 kursî hene, ku 6 hezar 986 namzed hevrikiyê ji bo wan dikin. Nifûsa Iraqê 37 milyon e, ku ji wan 24 milyon kes xwediyê heqê dengdanê ne.Roja pêncşemê (10-05-2018) dengdana taybet li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û dengdana diyasporaya Iraqê li cîhanê birêve çû. Îro jî welatiyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi giştî, nûnerên xwe yên ji bo çar salên dahatû dişînin Parlementoya Iraqê.Hilbijartinên Parlementoya Iraqê: – Ev hilbijartin, ji sala 2003an ve çaremîn hilbijartin e- Li Parlementoya Iraqê 329 kursî hene- %25ê kursiyan, ango 83 kursî ji bo parlementerên jin in- 9 kursî ji bo kêmneteweyan- 5 kursî ji bo Mesîhiyan- Kursiyek ji bi Kurdên Êzdî- Kursiyek ji bo Kurdên Şebek- Kursiyek ji bo Kurdên Feylî- Kursiyek ji bo Sabiiyan- 6 hezar 982 namzed di 87 lîsteyan de rikeberiyê dikin- 2011 namzed jin inLîsteyên sereke yên Kurdî: – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)- Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)- Tevgera Goran- Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperwerî- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê- Komela Îslamî ya Kurdistanê- Tevgera Nifşê NûLîsteyên sereke yên Şîe:Hevpeymaniya Nesr bi serokatiya Heyder EbadîHevpeymaniya Feth bi serokatiya Hadî AmirîHevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî MalikîHevpeymaniy Hîkme bi serokatiya Emmar HekîmHevpeymaniya Saîrun (Tevgera Sedir û Partiya Komunîst)Lîsteyên sereke yên Sunnî:Hevpeymaniya Weteniye (Eyad Ellawî, Salih Mutlek, Selîm Cibûrî)Hevpeymaniya Qerara Iraqê bi serokatiya Usame Nuceyfî Rûdaw