Nivîsar

Ne şerê Kurdaye, lê li ser axa Kurda ye

Şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, roj bi roj mezintir dibe û ji nihave hinek welatan vekirî aliyên xwe dane kifşkirin. Tirkiye gelek vekirî pişgiriya xwe ji bo Azerbeycanê eşkere kiriye. Wezîrê derve yê Tirkiye dibêje şerê li dijê Azerbeycanê li dijê meye jî. Heta hat îdia kirin ku Tirkiye gelek milisên misilmanên tundrev ji Suriye rêkirine Azerbeycanê, îdiayek din heye ku dibêjin, PKKê jî nêzikî 300 çekdarên xwe rêkirine Ermenistanê. Bê guman ev herdu jî heta niha îdiane. Lê her demî dikare bibe rastiyek jî.

Her insanê biha dide mirovatiyê li dijê şera ye, ji ber ku di encam de insan têne kuştin, bajar û gund wêran dibin û xelkek ji cih û warê xwe koçber dibe. Lê xala herî girîng a vî şerî ewe ku zerera herî mezin dide Kurdên ku li vê deverê dijîn.

Devera ku şer ji bo serweriya wê çêdibê axa Kurdaye û Kurdistane. Di dîrokê de jî ispat bûye ku Kurdan li herêma Kafkaya dewlet avakirine û demek dirêj li deverê serwerî kirine. Niha jî devera ku şer li çêdibe Kurdistana Sor e û axa Kurdaye. Jiber nakokiyên Ermenî û Azeriyan bi hezaran kurd ji dev axa xwe berdane û koçber bûne. Siyaseta herdu welatan jî bûye sedemek ku Kurd ji deverê derketine.

Ji aliyek din ve gelek Kurd li Azerbeycan û Ermenistanê dijîn. Ev şer di heman demî de tê wateya ku Kurdên li Ermenistanê yên Azerbeycanê dê ,di vî şerî de bêne himber hev û hevûdin bikujin.

Tê zanîn ku, sala 1992ê Kurdên deverê Kurdistana Sor ragihandin û bajarên wek Kelbejer, Kubatli, Zengile û Jabrayil di nav dewletê de bûn, bajarê Laçîn paytextê Kurdistana Sor bû. Wekîl Mustafayev bû serokê Kurdistana Sor. Lê mixabin bi fen û fîtên PKKê Kurdistana sor têk çû. Serokê Kurdistana Sor Wekîl Mustafayev di hevpeyvînek a xwe de dibêje: PKKê Kurdistana Sor firût 4 milyon dolar.

Îro cardin di vî şerî de kurd dibin qurbanî. Di vî şerî de pişgiriya aliyekî li himber aliyek din ne raste. Ya herî baş ewe ku ev şer bi rêya diyaloga bê sekinandin û Kurdên deverê cardin li ser axa xwe bi awayekî bibin xwedî statûyekî. Her çareseriya li herêmê bê dîtin divê bingeh destxistina statûyekî be ji bo Kurdan. Wek din tu tiştek din ne di berjewendiya kurdan de ye.

Dema mirov rewşa Kurda gelemperî ber çav re derbas bike, dixweyê ku her devera ku ji bo kurda statûyek pêkwerê û kurd li ser axa xwe bibin xwedî desthilat ji bo pêşeroja kurdan hêviyek mezin peyda dike.
Bi kurtahî ,îro Ermenî û Azerî ji bo axa Kurdistanê şer dikin. Her yek ji van dewletan dixwazin serweriya xwe li ser axa Kurdistana Sor ava bikin.Ev şer ne şerê Kurdaye ,lê mixabin li ser axa Kurdaye.

Nûçe/Analîz

Back to top button