PolîtîkRojev

Amerîkayê biryar daye balyozxaneya xwe bigire

Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku Amerîkayê biryar daye balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigire û ev jî wek “biryareke xelet” bi nav kir.

Li gora nûçeya Rûdawê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro di kongreyeke rojnamevanî li Bexdayê, derbarê balyoxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bersiva pirsa peymanêrê Rûdawê da û aşkere kir ku Amerîkayê biryar li ser girtina balyozxanê daye.

Fuad Husên got jî balyozê Amerîkayê niha jî Bexdayê ye û bi gotina wî, îro, 30ê Îlonê beşdarî civîneke serokwezîr a li gel balyozên welatan bûye û diyar kir, “Peywendiya me li gel balyozê Amerîka û Amerîkiyan li Washingtonê berdewam e. Hemû hewla me jî bo wê ye ku wê biryara dayîne biguherin, ji ber ku biryareke rast nîne û di dem û cihekî ne rast de ew biryar dane.”

Derbarê serdana wî y abo Îranê de, Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje, “Geşta me bo Îranê ji bo zelalkirina rewûa Iraqê bû bo birayên berpirs ên li Tehranê. Em zelal in bûn ku ew kiryar dibin sedema kontrolnekirina çek li Iraqê. Ev jî dibe sedema karesata siyasî û emnî, ne tenê li Iraqê li navçeyê jî. Dema DAIŞê xaka Iraqê kontrol kir, ne tenê metirsî bû bo ser asayiş û rewş Iraqê, lê metirsî bû bo ser asayişa navçe û cîhanê jî.”

Derbarê kontrolnekirina çek li Iraqê, Fuad Husên amaje bi wê kir, “Dibe sedema şewitîna navçeyê, ev pirs tirsnak e. Di giftugoyan de li gel berpirsên di berztirîn astê de li Tehranê, me ve pirs gotûbêj kir. Birayan jî li Tehranê soz dan hewl bidin û em piştrastkirin ku peywendiya wan li gel wan grûpan nîne, lê ew dê bo asayiş û seqamgiriya Iraqê hewl bidin.”

Roja 28ê Îlona 2020an rojnameya Washington Post a Amerîkî li ser zarê çend berpirsên Amerîkî ku nexwestibûn navên xwe aşkere bikin, belav kiribû, şeva 26ê vê mehê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo plana daxistina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re ragihand.

Medya Amerîkayê ragihandibû diyar nîne ka dê balyozxane bê girtin û îdareya Trump dê biryara vekişandina balyozxaneyê îmze bike an na lê eger îmze bike daxistana balyozaneyê di nava 90 rojan de dê bê encamdan.

Berî niha Washingtonê hişyarî dabû  Bexdayê li ser sînordarkirin û bi dawîkirina êrişên grûpên çekdar ên nêzîk li Îranê bo ser berjwendiyên Amerîkayê li Bexdayê. Beşek ji şîrovekarên siyasî daxistina balyozxaneya li Bexdayê bi egera destpêka şerê Amerîkayê li dijî wan grûpan bi nav dikin.

Roja 29ê Îlonê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî diyar kiribû, Trump bi aşkere vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê ragihandiye.

Back to top button