Hevpeyvîn

Naveroka lihevhatina Hewlêr û Bexdayê

Civînên Bexdayê bi dawî hatin û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re îro roja sêşemiyê vegeriyan Hewlêrê. Hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal li ser pirsa neft û budceyê li hev kir û rêkeftinek îmza kir. Berî Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re vegerin Hewlêrê, li Bexdayê pireskonferensek saz kir û naveroka wê rêkeftinê ji raya giştî re eşkere kir.

Di destpêka preskonferensê de, serokwezîr behsa encamên civînên du rojên borî li Bexdayê kir û got:

– Me di van du rojên borî de ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê digel cenabê serokwezîrê Îraqê û wezîrê neftê û ew tîma ji bo danûstandinan destnîşan kiribû çend civîn kirin û em îro dawiyê bi serdana xwe ya Bexdayê tînin.

– Ez dixwaz im wê yekê bêjim ku civînên Bexdayê bi awayekî giştî gelek baş bûn. Me dît ku  serokwezîrê Îraqê, wezîrê neftê û hemû wezîrên hikûmeta birêz Ebadî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi herêma Kurdistanê re hezeke baş heye. Ew dixwaz in pirsgirêkan bi awayekî baş digel herêma Kurdistanê çareser bikin. Me di roja yekemîn ya serdana xwe de tekîd kir û em careke din tekîd dikin divê pirsên digel Bexdayê çareser bibin.

Serowezîrê Kurdistanê li dor wê lehevhatina digel Bexdayê got:

– Piştî serokwezîrê berê yê Îraqê bi biryareke şexsî budceya herêma Kurdistanê birî, em gelek lêxebitîn wan pirsan bi rêya danûstandinan digel Bexdayê çareser bikin, îro digel birêz Ebadî û ew tîma pê re em gihiştin hindek rêkeftinan û bi dîtina me ew lihevhatin di berjewendiya herêma Kurdistanê û Bexdayê de ye û her du alî di vê pirosesê de bi serkeftî bûn.

– Rêkeftin bi vî awayî ye; herêma Kurdistanê dê rojê 250 hezar bermîlên neftê ji bîrên nefta herêma Kurdistanê bo Bexdayê dabîn dike û em dê ji bo hinartina nefta Kerkûkê jî alîkariya Bexdayê bikin.  Hikûmeta Bexdayê jî dê 17% budceya herêma Kurdistanê binêre.

– Ev rêkeftina nuha ne rêkeftina dawîyê ye, lê belê destpêkek baş e. Hindek pirsên din mane û divê danûstandin li ser wan pirsan jî bê kirin û li ser hemû pirsgirêkan lihev bikin. Ev destpêkek başe ji bo her du aliyan daku bikaribin di nava şeş mehan yan zêdetir hemû pirs û pirsgirêk bên çarserkirin. Ez dikarin bi awayekî giştî bêjim; em bi vê rêkeftinê dilxweş in û ji bo hemû aliyan bi destkeftek baş dizanîn. Miqayîse digel wan pirsgirêkên me digel Bexdayê hebûn, me qonaxeke baş birî.

Di bersiva pirsekê de ku, Amerîka û aliyên derve tesîr li ser şandeya herêma Kurdistanê hebû ku digel Bexdayê li hev bikin, Nêçîrvan Barzanî got:

– Tu zixt û fişar li ser me nebû. Ew rêkeftina hatiye kirin bi xwesteke Bexda û Hewlêrê bû û me xwest bigihin encamekî û tu fişar li ser me nebû. Rola Amerîka, Birîtaniya û Neteweyên Yekgirtî rola teşwîqkirinê bû ku, her du alî bigihin rêkeftinekê û tu destêwerdan di naveroka pirosesê de nekiriye.

Di bersiva pirsekê de ka gelo ew diravê ji bo pêşmerge tê dabîn kirin dê li ser budceya herêma Kurdistanê be yan dê cuda be, Barzanî got:

– Ew diravê ji bo pêşmerge tê dabîn kirin derveyê budceya herêma Kurdistanê ye û dê ji budceya giştiya Îraqê be. Ango ew pereyê pêşmerge cudaye ji 17% budceya herêma Kurdistanê. Bexdayê qebûl kir ku, pêşmerge beşek ji sîstema bergiriya Îraqê ye, ev rêkeftinek gelek giring e û piştî 11 salan ji danûstandinan Bexdayê ev pêşniyar qebûl kir, Bexda dê ji budceya bergiriya Îraqê beşek pere bo pêşmerge dabîn bike.

Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê di preskonferensê de got ku, rêkeftin di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ya Îraqê de hatiye kirin û her du hikûmet jî nûneratiya hemû pêkhateyên Îraqê dikin. Pesindkirina vê rêkeftinê ji aliyê civata wezîrên hikûmeta Îraqê ve dê di berjewendiya hemû aliyan de be û divê hemû alî jî piştgiriyê ji vê rêkeftinê bikin.

Li dor hinartina nefta Kerkûkê bi rêya herêma Kurdistanê bo derve, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê got:

– Di warê piraktîkî de divê nefta Kerkûkê bi rêya herêma Kurdistanê biçe, em jî li ser wê yekê razî bûn ku, rojê 300 hezar bermîl nefta Kerkûkê bi rêya boriya herêma Kurdistanê bo derve bê şandin. Dibe ku, di vê heftiyê de dest bi karên teknîkî bê kirin û hinartina neftê bikeve di warê piraktîkê de. Hinartina nefta Kerkûkê di qazanca herêma Kurdistan û Îraqê de ye û herêma Kurdistanê bê beramber dê nefta Kerkûkê bo derve bişîne, ji ber ku, herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de kar dike û ev jî derfetekê dide herêma Kurdistanê hemû pirsan digel Îraqê çareser bike.

– Dema em ji Hewlêr  hatin Bexdayê stratejîya me ew nebû hemû pirsan digel Bexdayê di civînekê de çareser bikin. Baweriya me ew bû ku divê em stratejîyekê danin ka çawa em bikaribên pirsgirêkan çareser bikin û niha me ew stratejî dana. Ew rêkeftina me digel Bexdayê kirî derî vedike ku di nava şeş meh ya salekê de hemû pirsên bê çareserî mane çareser bikin. Me karî du tiştan bikin; yekem: ew cezayên di qanûna budceya giştiya Îraqê de lis er herêma Kurdistanê hatibûn danan me hemû rakiirn. Duyem jî; me li ser hinartina neftê, budceya Kurdistanê û budceya pêşmerge li hev kir.

Serokwezîr got ku, hêşta hindek pirsên giring mane weke madeya 140ê û hûrgiliyên budceya hêza pêşmerge û hin pirsên din, dê wext ji bo çareserkirina wan jî bê diyar kirin:

– Serokwezîrê Îraqê rêz û hurmetên xwe ji bo pêşmerge nîşan dan bi taybet ji bo xebat û qurbaniyên pêşmerge dane û nuha jî pêşmerge li çeperên pêşiyê li dijî terorê dicenge. Hikûmeta Bexdayê li ser wê yekê razî bû ku meblexek dirav nêzîkî yek tirlyon û du sed milyar dînaran bo pêşmerge berdest bike.

Di bersiva pirsekê de ka ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê garantî heye. Serokwezîrê Kurdistanê got:

– Tu garantî nîne ku careke din budceya herêma Kurdistanê nehêt qutkirin, lê belê eger budceya me qut kir, kilîla hinartina neftê di destê me de ye, lê em na xwazin bi wî zimanî baxivin û em hêvîdar in  zimanê gefkirinê li hemû Îraqê nemîne. Em dixwa in rûpelek nû vekin.

– Ew rêkeftin di civîna civata wezîrên hikûmeta Îraqê de hatiye pesind kirin. Em ji aliyê xwe ve dê rêkeftinê cîbicî bikin û Bexda jî dixwaze cîbicî bike. Em mifayê ji hemû derfetan werdigirin daku bigihin çareseriyeke wisa xizmeta herêma Kurdistan û hemû Îraqê bike. 

Back to top button