Nivîsar

Tîpguhaztina berhemên klasîk

 

Diyar e ku berhemên kurdî/kurmancî ên klasî hetanî 1925an tev bi elîfbêtika erebî hatine nivîsandin. Herweha diyar e jî ku Berhemên Klasîk li ser bingeha Çanda Kurdî hatine daniştin.

Îro piraniya Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî bûne biyaniyê elîfbêtika erebî. Yanî Kemalîzmê dema ku vê elîfbêtikê qedexe kiriye, lê dewletê pêre pêre berhemên pêdivî yên bi zimanê Osmanî wergerandine tirkiya nû. Ji ber ku Kurd, Zimanê Kurdî, hemû heyînên Kurdan hatibûne qedexekirin, Kurd bi derbekê ji wê dewlemendiya bav û kalên xwe bêpar mane û sûd jê wernegirtin.

Li derveyê welêt, Seyda M. Emîn Bozaslan, yek-du kesên din, lê bi piranî ez, gelek berhemên Klasîkên Kurdî veguhaztine alfabeya Latênî.

Wek mînak, min ji 1985an heta niha, di nava 121 pirtûkên min de, 32-33 kitêb klasîkên Kurdî ne ku ji aliyê min ve hatine veguhaztin bi alfabeya latênî.

Gelo peyva KLASÎK çî ye û tê çi wateyê?

Çi dema bêjeya “klasîk” tê gotin, di serê pêşî de tiştên kevn, ango yên ku dema wan bihurîye tên hişê mirov. Ev yek rast e!

Peyva Klasîk, wek bêje bi wateya xwe ya ferhengî, ji wê nivîsê re tê gotin ku di çarçoveyeke kifş de hatiye amadekirin. Lê di nava xelkê de bi gelek hawayên cuda jî tê fêmkirin.

Îcar ji ber ku piraniya berhemên kurdî bi kêş û nikl û qafiye hatine nivîsandin, ji ber hindê ye ku ji wan re KLASÎK hatiye gotin.

Ev gotina klasîk, li piraniya welatên dinyayê jî her “klasîk” tê gotin.

Di van demên dawîn de lêkolînên berfireh li ser berhemên Klasîkên Kurdî hatine û têne kirin. Lê mixabin pir car tê dîtin ku şaşiyên mezin di xebata ku tê kirin de çêbûye.

Min jî xwest ku ez hinek ji zanîn û tecrûbeyên xwe ku bi salên dirêj xebata min ku di vê babetê de domandiye pêşkêşê we ciwanên hêja bikim da kêmasî û şaşî di karê we de dakevin asta herî kêm.

Dema mirov berhemeke klasîk ji  elîfbêtina erebî vediguhêze alfabeya latênî, divê mirov li gor van xalên li jêrê tevbigere:

1- Berhema klasîk  çewa bi elîfbêtika erebî hatibe nivîsandin, divê eynî ew tîp bibin latênî.

2- Elîfbêtika erebî 29 tîp in, lê tîpên wê yên ku hevberê fonetîka kurdî dikin, tenî 21 in. Îcar Medreseya Kurdî bi sedê salan berê hin tîp li elîfbêtika erebî zêde kirine û zanayên Kurd nivîsên xwe pê nivîsandine.

3- Eger mirov bawer bike ku şaşî jî di klasîkekê de heye, divê her ew şaşî bi tîpên latênî bête nivîsandin, lê divê werger li têbiniyê dîtina xwe binivîse.

4- Tîpguhaztina ji alfabeyekê bo alfabeyeke din, standardere taybet a Navnetewî heye. Lê belê bikaranîna wê yekê, niha ji bo nivîsên kurdî pir zehmet e.

5- Di elîfbêtika erebî de tîpa Ç, G, J, P û V nînin. Lê Medreseya Kurdî van tîpan li elîfbêtika erebî zêde kirine.

6- Di piraniya Klasîkên Kurdî de gelek peyv ji “Ayet” û “Hedîs” û yên hin zanayên navdar hatine bikaranîn, min bi xwe di veguhaztina latênî de ev hawe ji bo wan bi kar aniye: Ji bo tîpa Z(ulm)ê du Z, ji bo tîpa S(at)ê du S, ji bo tîpa şedeya erebî du tîpên wê tîpê, bi kar aniye.

Helbet piraniya vê xebata ku min heta niha kiriye, bi xebata akademiyê re nagonce. Ji ber ku ne derfet hebûne û ne jî di hin xalan de dest dida ku bi hawayê akademî bêtin nivîsandin.

Di nivîsandina berhemên klasîk de, hin xalên pir girîng hene ku min ew peyitandine, lê niha zû ye ku eşkere bibin.

Lê divê em jibîr nekin ku berhemên Klasîkên Kurdî çendî ku hinek bi naveroka xwe xwerû ol  û oldartî ne jî, lê belê ew ji nêv çarçobeya Çanda Kurdî derneketine. Ev hawe ji bo Kurdan, şanaziyeke mezin e.

Bi hêviya xebateke akademî û lezgîn ji aliyê Ciwanên Kurd ve li ser berhemên Klasîkên Kurdî, her şad û bextewer bin…

 

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button