Nivîsar

Navê cûnên hespan

Di kurdiya kurmancî de, navê cûnên hespan weha ye:Bi giştî navê vê famîleyê weke hesp tê gotin.Ji bo yê nêr HESP û ji bo ya mê jî MEHÎN tê gotin.Ji bo hespên ku ji bo bar, kar û cot têne bikaranîn, bi giştî ji wan re OLAQ tê gotin.

Di nava olaqan de ji bo yekî tekê jî AXTE tê gotin.Nav û cûnên 18 cûre hespan ev in li jêrê:Hespê Reş (rengê wî reş e)Hespê Boz (rengê wî boz e)Hespê Kumêt/kumeyt (rengê wî sor e)Hespê Qemer (Reşê vekirî û esmer)Hespê ReşbozHespê ŞînbozHespê Qule (Rengê wî çûr e)Hepê Çalbeş (eniya wî û qefdetika lingê wî sipî ye)Hespê Kumêt/kumeyt/ Kumeytê Kapreş (Rengê wî sor e, qefdetika lingên wî reş eHespê Kihêl (Hespê bezê ye)Hespê Rewan/rehwan (Çûyîna wê rehwan e)Hespê Loqloq (Siwarbûna wan ne xweş e, loqelok dike)Hespê Şê (Rengî wî esmer û sor e, enî û qevdetika sê nigên wî sipî ne)Hespê Hêşerî (Siwariya li xwe qebûl nake)Hespê Çal (qevdetika nig wek bazin sipî û enî beş e)Hespa mê Mehîn e.

Ew jî di nava van cûreyan de cihê xwe girtiye.Navê zêdehiya mehînê, canî û ciwanî ye.Hespê Axte (Xesandiye û ji bo siwarî/bar û kar tê bikaranîn. Ji piraniya wan re jî Olaq tê gotin.)Mehîneke bavê min hebû, navê wê Xedra bû. Xedra kihêl bû.Caniyek jê re çêbû, bavê min navê wê danî Leyla. Leyla jî pir beza bû. Dema gundiyên ku bavê min meletiya wan dikir diçûn hêleya hirçan, yê bi tiving li mehîna bavê min siwar dibû da zû bigîje hirçê.Ji Leylayê re jî caniyekî nêr çêbû, bavo navê wî jî danî Ni´met.NOT:Wergirtina li ser pişta hemû cûre hesp û mehînan, zîn e û di devê wan de jî gem heye.Lê wergirtina hespê axte (olaq), kurtan e û di serê wan de jî hefsar heye.

Ji bo amadekirina vê nivîsê, min alîkari ji Pîrê Xerzanê rêzdar Ebdulah Celamî û biraderê hêja Kamûran Elî yê Norşênî xwest. Spas ji bo comerdiya herdu camêran, di vê alîkariyê de.Eger hin navên dî yên hespan hebin, hêvîdar im ku ciwanên me binivîsin, da ferhenga Zimanê Kurdî dewlemendtir bibe.Her şad û bextewer bin…

(Ev nivîsa min şademanî ye ji bo Rûreşiya Êlûna Reş e ku 178 roj îşkence li min kiriye. Herweha kêfxweşîya min e li dij gotina ku gotin min EŞŞEKÇE KONIŞAyê…

Bijî dewlemendiya Ferhenga Zimanê Kurdî.

Gundê Çirçirkê 30/ 09/ 2020

Zeynelabidîn Zinar

Back to top button