PolîtîkRojev

Em lêkolînê derbarê êrişa li ser Hewlêrê dikin!

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de derbarê êrîşa rokêtan ya ser Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand, ew agahdarî wan nûçeyan e ku behsa êrîşa bi mûşekan a li Hewlêrê dikin û ew dişopênin.

Li gor daxuyaniya wezaretê bo Rûdawê, ti ziyanek ne gihiştiye balyozxaneya Amerîka û stafê wê li Hewlêrê û ew lêkolînan dikin.

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şeva derbasbûyî, 6 mûşek li nêzik baregeha Hizba Demokrata Kurdistana (HDK) û li nêzikî hêzên Hevpeymanan ên li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ketin xwarê.

Dije Terora Herêma Kurdistanê jî wêneyên wê wesayîta ku mûşek jê hatine avêtin belav kiribû û aşkere kiribû ku milîsên Heşda Şeibî ji nêzikî Mûsilê 6 mûşek rasteyî Firokexaneya Hewlêrê kirin.

Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihandibû, “demjimêr 20.30 li sînorê gundê Şêx Emîr ku bi ser parêzgeha Neynowa ve ye, ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve 6 mûşek arasteyî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin kirin.”

Herwiha Dije Terora Herêma Kurdistanê got, ew mûşek li dûrî Firokexaneya Hewlêrê li cihekî çol ketine, ti ziyanên canî nebûne. Li gorî daxuyaniya Dije Terora Herêma Kurdistanê, ji wan 6 mûşekan 2 neteqiyane.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di derbarê mûşekbarana li Hewlêrê daxuyaniyek da û ragihand, ew mûşek li ser otombîleke pîkap, li sînorê Bertille di navbera her du gundên Şêx Emîr û Tercile de hatine avêtin. Ew dever jî dikeve sînorê Lîwaya 30 ya Heşda Şeibî.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayne Marotto di twîtekê de li ser wê êrişê ragihand, raportên wan ên destpêkê amaje bi wê dikin ku ti mûşekek li nav binkeya hêzên wan neketiye û got, “ti ziyaneke canî û maddî çê nebûye.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û êrişa bi mûşekan şermezar kir û aşkere kir wî peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî encam daye.

Mesrûr Barzanî got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti corek hewleke ji bo têkdana seqamgiriya Kurdistanê qebûl nake û bersiva me jî bo vê yekê tund dibe.”

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku mûşekbarana li nêzikî Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê grûpeke terorîstî ve hatiye encamdan û aşkere jî kir derbarê berpirsê wê navçeya ku mûşek jê hatine avêtin de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Fermandariya Operasyonên Neynewa ya Heşda Şeibî derbarê mûşekbarana şeva derbasbûyî ya li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ferman bi Farmandariya Lîwa 30 a Heşda Şeibî hatiye dayîn lêkolîn û pêdaçûnekê derbarê ew ê new mûşek araste kirine lêkolîn bê kirin û diyar dike em “dê piştre cihê tevgerkirina otomobîlê û ew aliyê ku dever di bin kontrolê de ye aşkere bikin.”

Back to top button