PolîtîkRojev

HDP çalakiya rûniştinê li ber deriyê Parlementoya Tirkiye dike

HDPê biryara çalakiya rûniştinê li parlementoyê de da. HDP tevlî civîna parlementoyê nabe û ji berî dest çalakiya rûniştinê bikin, hevserokên HDPê daxûyaniyek dan çapemeniyê. HDP ji bo di vê dawiyê de girtina hinek berpirs û endamên xwe ne kiryarek yasayî dibîne û ji bo van girtina şermezar bike dest çalakiya rûniştinê dike.

Di civîna çapemeniyê de hevseroka HDPê Buldan got: Rêveber û endamekî bi tenê jî bimîne wê fikrê HDP’ê li vî welatî teqez bi ser bikeve, wê jiyaneke demokratîk biafirîne. Hûn çi dikin bikin hûn ê nikaribin HDP’ê bêdeng bikin, nikaribin bilindbûna HDP’ê rawestînin. HDP keleya demokrasiyê ye. Ev keleh neketiye, hûn ê nikaribin bixin.”

Herweha di heman derbarê de hevserokê din yê HDPê Sancar jî axavtinek kir û got: Em li meclîsê sêyemîn partiya herî mezin in. Em ê mafê xwe yê muxalefetê li her platformê bi kar bînin. Me îro biryar dan ku tevlî merasîma destpêkirina rûniştina meclîsê nebin. Ev yek ne helwesteke li dijî meclîsê ye. Meclîs yek ji platformên herî girîng ên siyaseta demokratîk e, lewma ev helwesta me ne li dijî vê rastiyê ye. Meclîs di siyaseta demokratîk de girîng e. Li şûna li civata giştî ya meclîsê me bêhtir rast dît ku vê neheqiyê, bêhiqûqiyê û zilmê li hewşa meclîsê ji gelên xwe re ragihînin. Em ê li hewşa meclîsê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Heta ku civata giştî ya meclîsê dewam bike em ê li qada çalakiya rûniştinê bin.”

Gelek balkêşe ku herdu hevserokên HDPê di axavtinên xwe de behsa pirsa kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nekirin. Bi gotinek din , divê HDP tê bigihe ku, Tirk zû bi zû wan qebûl nakin, hun çikas li dewletê xwedî derlevin û li dijê destkeftiyên kurda xebatê bikin jî baweriya vê dewletê li we nayê. Ji bo vê ya herî baş rexneyek zatî li siyaseta xwe ya Tirkiyebûnê bikin, li nirxên Kurdistanî bikin bingehê siyaseta xwe û dewsa hun çalakiya rûniştinê dikin , ji dev wê parlementoyê berdin vegerin nava milet û rastiya xwe ji wan re bêjin. Bibin partiyek Kurd û Kurdistanî da ku hun ji leyiztikên çepên Kemalistên Tirk xwe azad bikin.

Back to top button