Polîtîk

Navbeyna Kosret Resûl û YNK xerabe

Ferîd Eseserd endamê seroaktiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK rexneyeke dijwar li Kosret Resûl cîgîrê yekem yî Celal Talebanî girt û got ku sedemê şikestina YNKê li Hewlêrê di hilbijartinên 7ê adarê yên parlamentoya Îraqê de Kosert Resûl e.

Endamê serokatiya YNK di daxuyaniyekê de ji Awêneyê re got ku dê di kongereyê sêyem yê YNKê de ku qewle di yekê xizîranê de bê saz kirin, dê rexneyên giran li serokatiya YNKê bên giritin.

Li dor encamên hikbijartinên parlamentoya Îraqê ku YNKê kursiyên kêm bidest xistin, Eseserd got: Hindek ji endamên polîtburoya YNK baş di qanûna hilbijartina tênegihîştbûn.  Kak Kosret Resûl bi xwe jî bi şaşî qanûn fêm kir bû, û kak Kosret bo sedemê wê yekê ku em weke YNK li Hewlêrê kursiyan neînin  û encamên xerab bidest bînin.

Eseserd got: Divê em îtîrafê bikin ku  bi fermî kak Kosret ji encamên hilibjatinan yên  Hewlêrê berpirsiyar e, çunkî ew berpirsê hilibjatinan li Hewlêrê bû.

Back to top button