Kultur

Kurd tevlî festîvalek navnetewî bûn

Kurd bi navê neteweya xwe beşdarî di vê festîvalê de kirin û gelek çelakîyên xwe yên hunerî, folklorî û kulturî jî pêşanî amadebûyan dan.
Xwendevanên kurd yên ku niha li Rûsiya ne, di vê festîvalî de pêşangeheka fotografî jî pêşkêş kirin û tê de, dîmenên Kurdistanê dan nasandin. Naveroka wan dîmenan jî bêtir, di bareya kultur û folklorê kurdî de bûn.

Herweha, alaya Kurdistanê jî di nava alayên wan neteweyan de amade bû û di nav wan de li ba dibû.
Yek ji çalakîyên kurdîyên giringên evê festîvalê jî ew bû, ku dîlaneka bi kincên kurdî hat pêşkêşkirin.
Du xwendevanên keç jî, ku yek ji Turmanistanê û ya din jî ji Bîlarûsiya bûn, kincên kurdî li xwe kirin û alaya kurdistanê jî bilind kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button