Polîtîk

Partiyên kurdan ji dawetkirina Barzanî kêfxweş in

Enqere – Nûnerên partiyên kurd ên Tirkiyeyê, dawetkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi “kêfxweşî” pêşwazî kirin.

Barzani davut3Arîkarê Hevserokê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) Tuncer Bakırhan, Serokê Giştiyê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel û Sekreterê Giştiyê Partiya Demokrasiya Beşdarvan Nizamettin Maskan bi AKnewsê re axivîn û destnîşankirin ku, Tirkiyeyê bi vê vexwendinê bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên xwe resmî kirine.

Serokê Giştiyê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel got, vexwendin girîng û biwate ye û domand, “Herêma Kurdistanê aktorê ku ji hêla Tirkiyeyê ve nayê paşçavxistin û Tirkiye îro qebûl dike ku bi vê aktorê re neçarê jiyanê ye. Tirkiyeyê bi vê helwesta xwe siyaseta xwe ya şermok berda û vebûnek û resmiyetek anî pêwendiyan.”

Bozyel li ser nûçeyên di çapemeniyê de derbarî dê Tirkiye ji Barzanî derbarê PKK’yê de hin daxwazan bike de jî got, “Derbarê PKK’yê de rêveberiya Tirkiyeyê demeke dirêje bi DYA’yê û rêveberiya Iraqê re kar dike. Xwesteka me ev e, bêyî ku tundî bête bikaranîn PKK bête bêçekkirin  û beşdarî pêvajoya siyasî bibe. Rêyên bilî vê dê zehmetiyê derxin.

Arîkarê Hevserokê BDP’yê Tuncer Bakırhan jî got, ew daweta ku bo Barzanî hatiye bi awayeke erênî dinirxînin û ew li gel in ku, di navbera her du aliyan de pêwendiyên aborî û civakî pêşbikevin.

Bakırhan got, bo Tirkiye protokola resmî bikarneyîne, vexwendin ne ji hêla Serokwezîr, ji hêla Wezîrê Karên Derveyê ve hatiye kirin û ev yek jî nîşan dide ku, hê jî nêrîna bingehîn a dewleta Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê neguheriye.

Bakırhan destnîşan kir ku, Tirkiye amadekariya operasyona dersînorê dike û domand:

“Pêwîstiya kurdên her çar parçeyan jî niha diyalog û lihevhatine. Em li bendêne ku, rêzdar Barzanî xeta xwe ya bi rêbazên demokratîk çareserkirina kêşeya kurd bidomîne. Divê kurd hemberî operasyonan helwestê bigrin û sînorên xwe venekin. Hikûmet jî dizane ku bi van operasyonan kêşe nayên çareser kirin.”

Sekreterê Giştiyê KADEP’ê Nizamettin Maskan jî got, ew ji dawetê kêfxweş in û daxwaz dikin ku, pêwendî ji vir û şûndetir hê zêde ber bi başiyê biçe. Maskan domand:

“Tirkiye heta niha bercewendiyên kurdan bo xwe wek xeteriyê didît. Ne ku Tirkiyeyê pir xwestiye, bo ku konjuktora cîhanê wiha pêwîst dibîne ev gav hatiye avêtin. Hikûmeta AK Partiyê dibîne ku diyalog hê baştir e. Nêrîna kemalîst û dijmintiya kurdan dide aliyek û bi aqilê nêzîk dibe.”

(AKnews) 

Back to top button