Polîtîk

KCK: "Daxuyaniya B.Salih nerast e!"

Bozan Tekîn: Daxuyaniya Berhem Salih xizmeta Dewleta Tirk dike

Alîkarê Serokê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Bozan Tekîn bi daxuyaniyek tûnd bersiv da daxwuyaniya Behrem Salih ya di der barê Serokê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Mirad Karayilan de. Beriya çend roja Behram Salih tevî qenalekî televizyonê ya tirk bibû, bo Serokê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Mirad Karayilan gotibû “derewan dike”.

Jiber daxuyaniya Serokê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Mirad Karayilan di hefte yên bûrî de gotibû “Rayedarên Dewleta Tirk bi serokatiya me re hevdîtin pêk tînin”. Behrem Salih jî ji ber vê daxuyaniyê di weşana zindî ya televîzyonek ya tirk de got: ” Serokê Koseya Rêvebir Murat Karayilan derewan dike, dewlet bi Ocalan re hevdîtin nekirye”. Li ser vê daxuyaniya Berhem Salih, ji Alikarê Endamê Koseya Rêvebir Bozan Tekîn daxuyaniyek tûnd hat. Bozan Tekîn got: “Ev daxwiyanî xizmeta dewlata tirk dike. Di demekê ku pêwîstî bi yekêtiya gelê Kurd heye, jina Kurd di vî warî de gava yekem avêt û jibo yekitiyê bangawazî kir, di demeke wiha de Behrem Salih bêhirmetî li hemberî Heval Cemal kir, ev qet nayê pejirandin.”

WATEYA DAXUYANIYÊ KÛR E

Tekîn wiha berdewam kir: “Bêguman wateya vê daxwiyaniyê kûre, kesê ku xwe li ber dilê rayedarên dewlata Tirk xwe şêrîn bike û jibona ku xwe bi wan bide pejirandin, rolê ku nekevêyê nemaye. Jibona ku xwe bi wan şêrîn bike li hemberî Rêheval Cemal, Serokê Kosêya Rêvebir ya KCK’ê bêhirmetî kir, di heman demê de li beramberî tevgara me bêhirmetiyek mezin dike. Ev nayê pejirandin. Em vê şermerzar dikin. Heval Cemal di daxuyaniya dayî de rast dibêje, ger vê ji Serokê xwe Birêz Celal Telebanî bipirse wê bizane ku ew bi xwe derewan dike. Lê mixabin jibona ku xwe bi Dewlate Tirk bide pejiranmdin van gotinan dike. Li beramberî dagirkeran rêzdarin, lê li beramberî pêşengekî gelê Kurd bêrêzî dike, gelo ev wê xizmeta çi bike? Mixabin ev wê xizmeta yekêtiyê neke. Em vê weke provakasyonekî li dij hewldanên konferansa netewî ku jina Kurd dayî destpêkirin dibînin. Ev gotinên wî tenê xizmeta dagirkeriya Dewleta Tirk dike.”

ANF

Back to top button