Vexwendina Barzanî di çapemeniya Tirkiyeyê de deng da
Çapemeniya Tirkiyeyê, balê dikşîne girîngiya dawetkirina herokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nivîskarê rojnameya Starê Nasuhi Güngör nivîsand ku, “Tirkiyeyê hilbijartinên Iraqê ji nêz ve şopandin û vexwendin jî di vê çarçoveyê de ye û domand, “Kurd, li Iraqê di sazkirina her awayî ya hikûmetê de roleke sereke dilîzin.”
Rojnameya Yeni Şafakê ku bi nêzîkbûna xwe ya hikûmetê ve tê nasîn bûyerê bi sernivîsa, “Nameyê vexwendinê ji Barzanî re hate şandin” nirxand û destnîşan kir ku, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu derbarî pêwendiyên musteşarê karên derve Ferîdun Sinirlioğluyê de piştrast kir ku, Barzanî hatiye vexwendin.
Di nûçeyê de tê ragihandin Davutoğlu gotiye ku, “Li Iraqê em bi hemû mezheb û etnîsîteyan re di nava têkiliyên germ de ne. Hemû aliyên Iraqê birayên me, dostên me û cînarên me ne.”
Rojnameya Hürriyetê jî bi sernivîsa “Di vexwendinê de eyara zirav” vexwendinê dinirxîne û dinivîse ku, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser daweta wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu piştî 6 salan dê cara yekem bête Tirkiyeyê. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ji ber ku vexwendin liser navê Davutoğlu hatiye kirin, li ser navê serokê herêma Kurdistana xweser merasîma resmî nayê kirin.
Sernivîskarê rojnameya Hürriyetê Oktay Ekşî jî dawet di quncika xwe de şîrove kir. Ekşî destnîşan kir ku, Barzanî ji cotmeha 2008 ve derheqê Tirkiyeyê de tiştek neyînî negotiye û wiha didomîne:
“A rastî ev ku, Tirkiyeyê jî vê yekê bê bersiv nehîşt. Wek mînak di hezîrana 2007 de Tayîp Erdogan bo Barzanî digot, “Reîsê qebîleyê” û digotin “Barzanî ne muxatabê me ye. Muxatabê me hikûmeta navendiye” û niha razî bû ku Barzanî muxatab bigre. Wezîrê bazirganî û pîşesaziyê Zafer Çağlayan, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu û wezîrê karên hundir ê Tirkiyeyê Beşir Atalay jî şand ber Barzanî.”
Nivîskarê rojnameya Starê Nasuhi Güngör jî bi sernivîsa “Bo Barzanî dawet” nivîsa xwe dide destpêkirin û didomîne ku, dewletê mijarê ji nêz ve dişopîne û tiştekî surprîz tune ye. Güngör destnîşan dike ku, Enqereyê hilbijartinên Iraqê ji nêz ve şopandiye û didomîne, “Piştî hilbijartinan bo Barzanî nameya vexwendinê şandin bo vê girîng e. Kurd di hemû senaryoyên damezrandina hikûmetê de roleke sereke dilîzin.”
Güngör dinivîse ku, ev bayê biharê yê navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê ji ber xwe û bi hêsanî nebûye û didomîne:
“Pêvajoya diyalogê bi xebata salan a hesas û bi ‘aqilê dewletê’ hate meşandin. Piştî civîna Encumena Ewlekariya Milî (MGK) ya sala 2006’an ev pêvajo lez bû. Di vê navberê de Mesûd Barzanî di sala 2004 de hatibû Tirkiyeyê û bo vê girîngiya vê serdanê hê zêdetir heye.”
ym AKnews