Perwer:Ez naxwazim bi destên kurdan bêm kuştin
Hevpeyvîn: Şivan Behsa Axaftinên Xwe Yên Şeva Berlînê Dike
Henekên Şivan Perwer Kurd Xeyidandin
Di hevpeyvîneke taybet de ligel Rûdawê, hunermend Şivan Perwer behsa konserta xwe ya li Berlînê kir û red kir ku mebesteke wî ya xerab di heneka wî ya derbarê pêşmergeyan de hebe. Ew dibêje min di çarçoveya “hezkirinê“ de ew axaftin kirine û dixwaze haya Pêşmergeyan ji tendirustiyan wan hebe. Ew herwiha dibêje “Eger xelk bi vê şêweyê axaftinên min şîrove bikin, ew dikarin min bikujin jî. Lewra ez venagerim Kurdistanê, çunkî ez naxwazim bi destên kurdan bêm kuştin.“ Herwiha Şivan Perwer bi rêya Rûdawê behsa wê yekê jî kir ku albûma wî ya nû jî nêzîk temam dibe. Lê wî behsa hûrbîniyên wê nekir.
Rûdaw: Gelo bi dirustî we wê şevê çi got?
Şivan Perwer: Canê min û Pêşmergeyan bi hev re girêdayî ye. Çunkî bo dahatûya Kurdistanê hebûna Pêşmerge pir giring e, lê carna mirov henekan jî dike. Pirsgirêk jî hîngê dest pê dike dema kesekî din bi xerabî wê henekê vedibêje û yekî pê kirêt dike. Pir caran di gel berpirsên Kurdistanê yên ku peywendiya wan bi karûbarên Pêşmergeyan ve heye, me ew henek kirine. Bo mînak yekî ji wan berpirsan digot ”Berê dema ku Pêşmergeyan nan û mast dixwarin, ew mîna pilingan bûn. Lê niha ku goşt dixwin, ew qelew bûne û karîna wan a tevgerê jî nemaye.” Lê hin kesan ew tişt mezin kirine.
‘Hinek berpirsên Pêşmergeyên Kurdistanê jî, li cem min heman henek kirine’
Başe ma te çi got?
Min got berê Pêşmerge mîna şêran bûn, niha jî ku beşeke Kurdistana azad heye, ez ricayê ji wan dikim bila pir goşt nexwin û nehêlin ew qelew bibin. Wate axaftina ku min ji Pêşmergeyan re got, mirov dikare wê ji bav û birayên xwe jî re bibêje û ji wan re bibêje haya we ji xwe hebe, bila hûn qelew nebin. Min tiştekî xerab negotiye, ji xwe hurmeta Pêşmergeyan heye.
Lê xelk dipirsin; Ma dirust e kesekî mîna we ku weke Pêşmerge û semboleke netewî tê dîtin, li cem xelkên biyanî henekên wiha bikin?
Ev tiştekî hunerî û asayî ye. Li hember wan tiştan divê toleransa mirov hebe. Bila ji bîra we neçe ku di seqayekî demokrasî de mirov dikare hin caran çavê li hin tiştan bigire û tolerant be. Lê kesên ku ev tişt vegotine, niyazeke wan a xerab di meseleyê de heye.
Helbet du aliyên vê henekê hene, aliyekî tane û yekî hizrî ye. Wate armanc ne kirêt kirine, lê weha li te dike ku tu hizra wî tiştî bikî û hevdem pê bikenî. Ez tiştekî şaş di vê meseleyê de nabînim. Lê hin kes hene wan tiştan mezin dikin. Nexwe min behsa pirsgirêka tendirustiya Pêşmergeyan kiriye. Ez dixwazim ku tendirustiya xelkê me baş be. Lewma min ew axaftin di wê çarçoveyê de kir, heta ku peyama min bigihîje, lê ne bi mebesta kirêt kirina wan. Ji xwe mafê mirov heye di her warekî de rexneyê bike. Lê ne her mijûlî pesindayînê be.
Kesên tu behsa wan dikî, kî ne?
Ew kesin ku tiştan mezin dikin û dixwazin di rêya min de navdariyê ji xwe re peyda bikin. Herwiha dixwazin min bixin nava helwestekê de ku ew bibin xwediyên doza Pêşmerge. Herçend ku ew di qadeke berevajî de li hemberî min û Pêşmerge dimînin.
Lê te axaftin kir, loma weha hat gotin, angu tiştek li ser te nehatiye dirustkirin…
Ez dîsan dibêjim mebesta min henek bû. Wate rast e min ew axaftin kiriye, lê bi henek min got. Min ji hezkirina xwe ya ji bo wan ew axaftin kir û mebesta min axaftineke xêrê bû. Lê ne rexne û xerabî.
“Min derheqa Erdogan de jî henek kir, lê kes aciz nebû“
Xelk ji wê yekê aciz in ku kesên biyanî li wir bûn, bi taybetî jî tirk.
Xelkên biyanî bi şaşî mesele fam nekirine û gelekî kêfxweş jî bûn ku wê şevê kêfa min jî xweş bû. Min herwiha henek li ser tiştên din jî kir, li ser Erdoǧan û gelek tiştên din û wan jî bi awayekî asayî wergirtin.
Erê derbarê Amerîka we çi got?
Min got welatê me xweş e û petrola me jî heye. Lê li welatê me û li Rojhelata Navîn jî aşitî tune. Ez hêvêdarim ku Ewrûpa û Amerîka di wê navçeyê de li aşitiyê xwedî derkevin.
“Ez venagerim Kurdistanê, çunkî naxwazim bi destê kurdan bêm kuştin”
Gelo plana we ya vegera ji bo Bakûrê Kurdistanê heye?
Heta ev curên aloziyan hebin, ezê çawa bikaribim vegerim? Rojhilata Navîn ciyê diktatorî, netoleransî û ne famkirina henek û tanan e. Heta ew tiştane bimînin, boçûna min ya derbarê vegera welat nayê guhertin. Dibe ku di van tevlihevî û aloziyan de min bikujin jî. Ez rastî ji te re bibêjim, ez naxwazim bi destên kurdan bêm kuştin, ew ji min re tiştekî giran e.
Hevpeyvîn: Silêman Alîxan
(Rudaw)