Civak
Li Çiyayê Cudî şer e
Şirnex – Devera Çiyayê Cudî di navbera leşker û çekdraên PKK-ê de şer çêbû. Li gora agahdariyên medya Tirkî, eve çend rojin leşker ji bo operasyonek berfireh li derdora Şirnex û çiyayê Cudî,amadebûnekî dikiran. Îro operasyon berfirehtir bûn.Leşker gelek li herêma tixûbê Kurdistana Başûr kom bûne û van çend rojên dawî sewqiyatek mezin çêbûye.
Îro li Çiyayê Cudî, leşker û çekdarên PKK-ê rasta hev hatin û di nav wan de şer derket. Heta niha tiştek ji encama şer naye zanîn. Xelkên vê herêmê dengê çekan seh dikin li gora ku dibêjin şerek dijwar li li dora Cudî heye.