Civak

Nasnameya qurbaniyên şewata hotêl Soma

Li dor bûyera şewata hotêla Somayê al i bajêrê Silêmaniyê, waliyê Silêmaniyê daxuyaniyek weşand û tê de nasnameyên qurbaniyên bûyerê diyar kirin:

Bi xem û kovaneke mezin şeva 15.07.2010ê li bajarê Slîmaniyê bûyereke xemgîn çê bû. Bi navê parêzgeha Silêmnaiyê sersaxiyê pêşkeşî yek bi yek malbatên qurbaniyên wê bûyer dikin û daxaza çareseriyeke bilez bo birîndaran dikin.

Demjmêr 10:45 ê şeva 15.07.2010ê  agir berbû hotêla Soma ku dikevîte ser cadeya Salim li bajarê Silêmniyê û bo sedema mirina 28 kesan û birîndarbûna 22 kesên din. 16 kes ji birîndaran piştî çareseriyê ji nexweşaneyê derketin û nuha bi tenê 6 birîndar di nexweşxaneyê de di bin çavdêriya dixtoran de ne.

Di dema agirberbûnê de yekser bi serperiştiya waliyê Silêmaniyê û îdareyên peywendîdar, karmendên rêveberiya bergiriya şaredarîyê, ambulans, hêzên polîs û asayîşê gihiştine cîyê bûyerê û di heman demêde karmendên saxlemiyê jî ji bo wergirtin û çareserkirina birîndaran di haletê amdebaşiyê de bûn. Piştî 3 seetan agir hate vemrandin û kontirol kirin. Ji bilî ziyanên mirovî, gelek ziyanên madî jî gihane hotêlê û avahiyên  nêzîkî wê.
 
Em li wîlayeta Silêmaniyê ji ber wê bûyerê dilgiran in, piştî bûyerê li ser fermana birêz Dr. Berhem Ehmed Sailh serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser astê wîlayeta Silêmaniyê ji bo lêkolîna bûyerê komîteyek hate pêkanîn. Çend komîteyekî din jî ji bo lêkolînê li ser şertên selametiyê li hotêl, xaringeh, avahî û ji bo helsengandina hebûna şertên pêwîst yên bergiriya acil hatine pêkanîn.

Di heman demê de destxweşiyê li hêzên bergiriya şaredariyê, polîs, asayîş, karmendên saxlemiyê û hevwelatiyan dikin ki di dema bşyerê de erkên xwe bi cî anîn.

Îstastîka qurbaniyên bûyera şewata hotêl Soma li bajarê Silêmaniyê:

14 kes îraqî:

9 hevwelatî xelkê Kelar
3 hevwelatî xelkê hewlêr bû ku yek ji wan jineke ducan bû
1 xelkê Bexda

14 kes biyanî:

Yek berîtanî
Yek libnanî
Yek venzewîlî
Du  sirîlankî
Yek kambocî
Du bengiladişî
Yek kanadî
Du australîyayî
Yek êkwadorî
Yek afrîka başûr
Yek jî nasinameya wî nehatiye zanîn

Back to top button