Polîtîk

Avakirina hukumeta Iraqê dereng dikeve

 
Serokê demî yê parlementoya Iraqê Dr. Fuad Mesum roja sêşema derbasbûyî kombûna parliyamenta nû ya Iraqê bo maweya du hefteyan li paş xist, da ku alîyên siyasî li ser pêkanina hukumeta nû bigihin encamekî, belê heta niha tu ronahî ji bo li hevhatinekî naxweyê.
 
Di vê derbarê de bêjedarê lîsta Eliraqîyye Heyder Mela ragihand, ku hêzên siyasîyên Iraqî di maweya du hefteyan de nikarin li ser pirsa dabeşkirina postan li hev bikin.
 
Heyder Mela weha got, ku bingeha pirsgirêkê ewe ku alîyên Şîeyî bi ti awayekî naxwazin lîsta Eliraqîyye hukûmeta nû ya Iraqê pêk bîne û mafê Eliraqîyye ya ji bo pêkanîna hukûmetê pesend nakin.
 
Heyder Mela herwisa da zanîn, ku heta niha alîyên Şîeyî kesek ji bo posta serokatîya hukûmeta nû ya Iraê destnîşan nekirine û ev yek jî problemeke mezin e.

Mela di dirêjîya bêjedana xwe de got, ku  pêdivê ye alîyên Şîe mafê lîsta Eliraqîyye ya ji bo pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê bipejirînin û mafê pêkanîna hukûmetê ji lîsta Eliraqîyye re vebigerînin.
 
Hêjayê gotinê ye, ku di encama prosesa hilbijartinên di heyva adarê de lîsta Eliraqîye 91 kursîyên parlementoyê dest xistiye û berî avakirina hevpeymanîyeka nû di navbera alîyên Şîe de Lîsta Eliraqîye fraksiyona herî mezina parlementoyê bû.

Back to top button