Polîtîk

Naveroka hemû hevpeyvîna serok Barzanî li gel Şarqul Ewsat

Encama hevdîtina we li gel Serok Husnî Mubarek çi bû? Bi taybetî piştî biryardana vekirina Konsolgeriya Misir li Hewlêr, gelo hun dikarin vê serdanê bi qonaxeke nû ya pêwendiya Misir û Kurd bipejirînin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hevdîtina di navbera min û Serok Husnî Mubarek hevdîtineke dostane û germ û gur bû, her wiha derfetek jî bû ji bo nêrîn û dîtina xwe di derbarê proseya siyasiya Iraq û hewldanên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ji bo Serok Mubarek ronahî bikim. Min gelek têbîniyên girîng li Serok Mubarek kir di derbarê pêvajoya Iraq, her wiha di derbarê hevkariya aborî, bazirganî û kultûriya di navbera Iraq û Misir bi giştî û Herêma Kurdistan û Misir bi taybetî axaft. Dûpat jî dikim ku li vî derbarê de giringîdanekî tevahî ji aliyê Serok Mubarek ve min dît û daxwazên hevbeş jî li navbera me da heye.

– Ewlewiyata wê hevkariya Misir – Kurd çine?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hevkariya di navbera me de li warê veberhênanê dibê, li ber kompanyayên Misir derfeta veberhênanê vekiriye li warên cûda cûda de bi taybetî warên kiştukal, uze û danustandina şanda kulturî, bazirganî, serdana 2 qolî, girêdana kongre û hevdîtinên rewşenbîrî. Ji ber ku gelek kes li hundir û derveyê Misir nizanin yekemîn rojnameya Kurdî li sala 1898 li Qahîre derket. Yekemîn êzgeha(Radyo) Kurd jî li sala 1957 li Qahîre dest bi pexşê kiribû.

– Ku wate pêwendiyên Misir û Kurd carekî din çalaktir dibê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Germ û gurî û çalakiyên pêwendiyên Kurd û Misir vedigerin li ser wan çalakiyên bi awayê naveroka ku em bi xwe dixwazin.

– Piştî serdanên Misir û Urdin niyaza we heye ku serdana welateke dinê Erebî bikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li wê geştê da çendîn hevdîtinên girîng min li Urdin û Misirê encam da û niha jî raste rast berev Hewlêrê ve vedigerim û li paşarojê da serdana çendîn dewletên dinên Erebî dikim. Berî demekî jî min serdana Sûûdiye kir û girîngiyekî tevahî min di derbarê pêvajoya Iraq û Herêma Kurdistanê û hebûna baştirîn pêwendiyê li gel birêz Melîkê Sûûdiye pêkanî. Girîngîdana birêz Melîkê Sûûdiye me gelek dilxweş kir bi taybetî ku ew dûpat dike ku piştgiriya Iraqê dikin û tevlî karubarê wê nabin û gelek girînge yekbûna axa Iraqê û birayetî û yekgirtiya Iraqiyan bête parastin.

– Ew germ û guriya Kurd û Ereb, eger pêvajoya asayîş rê neda ku li Bexda bête sazkirin li Hewlêrê rê bi girêdana kongreya lûtkeya welatên Erebî didin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li rûyê qanûniyê ve Hewlêr paytexta duyema Iraqe û bêguman eger pêvajoya ewlehiya Bexda rê bi girêdana vê kongreyê neda, eve Hewlêr amadeye vê erkê li şûna Bexda bigrê stûyê xwe û mîhvandariya vê kongreyê bike û eger têda hate girêdan wê demê ahengekî gelek mezin ji bo serkirdeyên Ereb li Hewlêrê saz dikîn.

– Hu dikarin bersîvekî wekî bersîveke ji bo wan kesan bidin ku we bi cûdaxwazên ji Iraqê tometbar dikin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Berevajiya wê, ez bi yekbûna Iraqê ve girêdayî me, li ruyê kiryarî ve jî me vê yekê diyar kiriye, lê belê em daxwaza rêzgirtinê taybetmendî ji gelê Kurd dikîn û eger mesele bigihe asta parastina li gelê Kurd wê karê dikîn. Lê belê bi parastina yekbûna axa Iraq û gelê wê, baweriya min ji dîroka çarenivîsa hevbeş heye, lê belê ez nikarim jî dest ji pirsek hilbigirim ku hemû jiyana xwe min ji bo wê terxan kir, li heman demî de gelek giringî bi demokrasiyeta Iraq û birayetiya Kurd û Ereb didim ki wate nabê bergirîkirina li gelê Kurd bibe sedemeke ku wekî cûdaxwaziya ji Iraqê bête temaşe kirin û ez vê meseleyê bi têgihiştinekî şaş qebul dikim.

– Hun yek ji wan kesayetiyan bûn ku rola we li Iraqa îro de tê dîtin, gelo hun Iraqa îro çawa dibînin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Iraqa nû eveye gelê Iraq li rêya sindoqa dengdanê ve ew bi xwe biryarê li çarenivîsa xwe bide û dest li nav dest kirina desthilat hebê û demokrasiyet û federalîzm li nav pêkhatên wî da hebê.

– Gelo sedema gihiştina vê nêrînê li ber destan dene an wenda ne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Hengav û sedema yekem dariştina destûrê bû ku awayê pênaseya Iraqa nû çespandiye, sedem û hengava duyem jî cîh bi cîh kirina wê destûrê ye.

– Di derbarê pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraq û nakokiya di navbera lîsteya Iraqiyan? gelo paşketina pêkanîna Hikûmetê li ber paşaroja Iraqê da bi rêgirek dibînin? Hun çawa dikarin ji vê qeyranê da rizgar bibin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi mixabinî dema vê pirsê ji min dikin gelek hest bi îhmal kirinê dikim, ji ber ku piştî 4 heyvên hilbijarinê heta niha Hikûmet pêknehatiye, bêguman eger ev pirsgirêk nehate çareser kirin mesele dibê îhmaliyek ji bo Iraq û hemû Iraqiyan. Ji bo wê yekê hêvîdarîn li demeke kurt da Hikûmeta Iraqî pêkbê û bêguman ji bo vê meseleyê bi hemû hêza xwe ve kar dikîn.

– Gelo tu têkiliyeke derekî erênî heye ku zext bixe li ser pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawerim gelek piştgirî ji aliyê dostan û dewletan ve ji bo vê yekê heye ku pêkanîna Hikûmeta Iraqê de lezê bikin. Lê belê eger her têkilhevbûneke neyînî hate holê, ez bawerim pêwîste hemû aliyên Iraqiyan li ber rawestin û rê lê bigrin.

– Gelo paşketina pêkanîna Hikûmeta Iraqê derketina Emerîka ji Iraqê paş dixe ku bi niyaze li heyva tebaxa bê da ji Iraqê derkevin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li gor daxûyaniya Jo Biden Cîgirê Serokê Emerîka paşketina pêkanîna Hikûmeta Iraqê tu bandorek li ser vekişana Emerîka ji Iraqê nabê.

– Hun bawer dikin ku Emerîka li dawî anîna bi dagîrkirina Iraq û vegerana li ser rewşa asayiya xwe rola xwe hebê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Peymana ewlehiya stratejiya ku li navbera Iraq û Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka hate wajo kirin dawiya dagîrkeriyê anî, lê belê vekêşana hêzên Emerîka ji Iraq bi wateya dawî hatina pêwendiya di navbera Emerîka û Iraq nayê û me pêwîstî bi berdewamiya vê pêwendiyê heye. Hebûna Emerîka bi wateya hebûna serbazî nayê. Ji ber ku dikarin li rêya kanalên rewşenbîrî û dîplomasiya dû qoliyan ve pêkbînin.

– Li gor dîtina we pêwendiya baş û berçav li gel Emerîka da, Emerîka çawa dikarê yarmetiya Iraqê bide ku bi awayekî mîsogeriya wê hebê û dest nexe nav kar û baran ve?

Serokê Herêma Kurdistanê: Raste me pêwendiyeke baş li gel Emerîka heye, lê belê me karî ji bo berjewendiya hemû Iraqê sûd ji wê pêwendiyê werbigrîn neku tenê di derbarê pirsa Kurd ve, eve jî berî rûxandina rejîm û paşê jî li gel Emerîka rastgo buyîn û herdem me axaftina rast di derbarê nêrîna xwe di derbarê Iraqê de daye û tu demek jî me bi şaşiyek nexelitandin her demek jî pêwîstbûya helwesta me di derbarê şaşiyê ve hebê em rexne lê digrîn herdem jî me gotiye mezintirîn şaşiya Emerîka derxistina biryara 1483 bûye ku Emerîka wekî hêza dagîrker li Iraqê de nasand. Eve şaşiyeke mezin bû.

– Kengê berpirsiyariya navdewletî (Usaye) li ser Iraqê bi dawî tê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Pirsgirêk gelekin, Wezareta Derve û Hikûmeta Iraqê jî li hewleke berdewam dane ji bo derketina li vê meseleyê û derketin bandora wan çareserkirinê kirine û derketina Iraq li jêr berpirsiyariya benda heftem û berpirsiyariya navdewletî daye.

– Gelo pirsgirêka di navbera we û Tirkiye li çareseriyê nêzîk bûye? bi taybetî piştî ku we cext li ser girîngiya çareseriya siyasî kir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Berî heyvekî li Tirkiye bûm wê serdanê jî bi serdanekî serkeftî dizanim ku têda derfeta hevdîtin û civanên li gel Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye û berpirsên Kurdê Tirkiye hebû. Ez gelek bi têgihiştin û vekirina Tirkiye dilxweş bûm bi taybetî piştî ku hebûna siyasetekî dinê nû min dît ku ji aliyê Hikûmeta Tirkiye ve di derbarê pêwendiya hevsûyî li gel Iraq û nêrîna wan di derbarê pirsa Kurd ve û em piştgiriya wê siyasetê dikîn û em bawerin pirsa Kurd li Tirkiye bi rêya guftugo û awayê siyasî û aştiyane çareser dibe û em herdem dijî tundutîjiyê bune û me nêrîna xwe bi aliyên Kurdê Tirkiye daye ku hêvî nebin ser tundutîjiyê. Li ruyê aborî û bazirganiyê ve pêşkeftinekî mezin li pêwendiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê heye û dibe ku Tirkiye û Herêma Kurdistanê bi taybetî piştî baştirbûna pêvajoya ewlehiya li Iraqê da bibin pirek ji bo pêşketina van warên li hemû Iraqê de.

– Di derbarê Îranê de, li şûna destêwerdana neyîniya li nav karubarê welat da, Îran çawa dikarê bibê sedemek ji bo aramiya Iraqê?

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman Îran dikarê rolekî çalak li navçeyê da bibînê, Îran dewletekî girînge, belku hevsûyekî girînge ji bo me û pêwîste Iraq pêwendiyeke baş û hevsengiyê li gel Tirkiye û Îranê da hebê. Ji ber ku her du jî hevsûyên girîng û mezinin ji bo me, min pêşniyar ji bo Hikûmeta Malîkî jî kir eger her belgeyek ji bo destêwerdana her yek ji wan dewletan li ber destda hebû bila pêşkêşî wan dewletan bike û bi eşkere vê tiştê bixe li ber wan dewletan û bipirsîn: Gelo eve reftara dewlete û siyaseta Hikûmete anku reftara yekêke ji dezgehên ewlehiyên van welatane? Ez dûpat dikim eger her têkiliyek me ji Îranê ve dît pêwîste bi rêya diyalogê ve li rêya kanalên dîplomasiyan ve çareser bikîn û xwe nexîn rewşa têkçûna pêwendiya dîplomasî. Ji ber ku eve ne li berjewendiya tu dewletek deye.

– Hun bawer dikin ku kombenda diyaloga hevsûyên Ereb li gel Îranê xizmet bi pêwendiya Ereb û Îranê digihîne?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawerim destpêşxeriya Emîndarê Giştî ya Civata Erebî li vî derbarê de başe û encamên baş jî lê dikevê.

– Li dema hevdîtina we ya li gel Emîndarê Giştî ya Civata Erebî we daxwaza tu awayeke piştgiriyê ji bo Iraqê kir?

Serokê Herêma Kurdistanê: Civata Erebî dikarê rolekî çalak û bi bandor li Iraqê û li navçeyê da bibînê û em pêşwaziyê li her rolekî Civata Erebî dikîn li Iraqê de û em dixwazîn pêwendiyeke baştir li navbera me û Civata Erebî da hebê, ji ber ku cîhana Erebî ji bo me girînge û em jî dixwazin birayên Ereb li me têbigihin û kes gumanê nexe li ser me li tu pirsek da û pêwîstiya me bi vê yekê heye ku pêwendî û helwesta dîrokiya xwe li gel Ereban biparêzîn.

– Gelo hebûna Ereb niha li Iraqê da li asta pêwîst daye? Pêwîstiya Iraqê bi çi heye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Ereb dereng gihiştin Iraqê, lê belê Misir zû destpêşxeriyê kir, eve jî girîng bû eger rûdawên diltezîniya şehîdibûna Îhab Şerîf nebuya rewş baştir dibû. Lê belê li rastiyê da rola Ereb li Iraqê da li asta pêwîstiyê da nebû.

– Niha hun çawa dibînin?

Serokê Herêma Kurdistanê: Di derbarê pêvajoya Iraqê de niha ji berê baştir pêşketin û daxwaz û têgihiştin heye.

– Di derbarê pêvajo û paşaroja Hewlêrê ve? plana we ji bo paşarojê çiye?

Serokê Herêma Kurdistanê: Li Hewlêr pêvajoya asayîşê arame û rojane dam û dezgehên yasayî û destûriya xwe bi hêz tir dikîn û piştgiriyê ji tevgera pêşketin û geşepêdanê dikîn û rojane xizmetguzariyê ji bo hemwelatiyên xwe dabîn dikîn li Herêm û li ser asta Iraqê jî rola xwe di derbarê çareseriya pirsgirêkên Iraqê de dibînin.

Back to top button