Nivîsar

“Nasnameya PKKê ya ji bingehê gelêrî derketî û windabûna desthilatdariya Barzanî“

Gelek caran nivîskar û akilmendên PKKê bi xwe mikur têne ku rêxistinek çeweye û ji bo çi û bi destê kî hatiye damezirandin.  PKKê her demî ji têkçûnê xwe re sedem peyda kirine û aliyek din dike sedema tûkçûnên xwe. Di malpera stratejik a PKKê ku ji Qendil û deverek din nayê naskirin(ihtimalek mezin hêza dewleta Kûr a Tirkiye ye) tê rêvebirin, Lêkolînê de, nivîsek li ser damezirandin û rolê PKKê hatiye nivîsandin.

Ser nivîs ev e: Nasnameya PKKê ya ji bingehê gelêrî derketî û windabûna desthilatdariya Barzanî

Di naveroka nivîsê ewe ku PDKê tawanbar bike û tişta eve demek direje dike, cardin hewl dide PDKê di refên dijminan de bide nîşandan  daku bikaribe bigihê armanca xwe ya herî xirab. Yanî tevgera azadixwaza Kurdistanê di kesayeta PDKê de têkbibe.

Bi navê Ali Kasim ev şirove hatiye kirin. Ew bi xwe kes nizane Ali Kasim kiye? Nasnameyek sexte hatiye bi karanin. Kasim di beşek nivîsa xwe de dibêje: “Yên ku PKK’ê bi peyva terorê bi nav kirin, di rastiyê de yên ku herî zêde ji Kurdê azad ditirsiyan bûn. Mîna hêzên emperyalîst ên bi pêşengiya Tirkiye û KDP/Eşîra Barzanî. Taybetmendiya vana ya herî tîpîk û diyarker, rawestin û tunekirina “Kurdê Azad û Hişmend” e. Ji ber ku “Kurdê Azad û Hişyar” her tim ji bo sîstem û dewlemendiya eşîrên ku li ser sultantiyê hatine avakirin, xeternak e. Ew lîstokên herî xurt ên muzakereyên bi hêzên emperyalîst re asteng dikin. Ji ber vê sedemê; Van hêzên emperyalîst û hevkar ji bo îmhakirina “Kurdê Azad, Hişmend û Rewşenbîr” ku di bin pêşengiya PKK’ê de hatiye pêşxistin,  ji xwerte kirine armanc. Carinan TC/NATO, carinan kemîna xayîn a PDK’ê, sûîqest, xebatên îstîxbaratê, bi piranî bi feraseta TC/NATO/KDP’ê ev yek tê kirin…“

Nivîs direhiya gotinên vale û ithamên giran berdewam dike. Eşkereye ku, PKK ji bo têkbirina xeta netewî Kurdistanî hatiye damezirandin. Lê taybetî mamustayên PKKê baş dizanîn ku, aliyê rojek ji roja Kurda ber bi dewletbûnê ve bibe kîne û Ji bo vê jî di destpêkê de armanca damezirandina PKKê kirin têkbirina vê xeta netewî.

Di destpêkê de gelek bi zanebûn , bi şîarek pîroz  ya serxwebûna Kurdistanê derketin hole.Di planek dîzaynkiri de destpê kirin li bakur êrîşê partî, rêxistin û dezgehên Kurda kirin. Bi dehan ciwanên Kurd kuştin. Herwiha di bin şîara serxwebûna Kurdistanê de bi dehê hezaran ciwan derxistin serê çiyan û bûn sedemê rijandina xûna wan. Piştî PKKê ji dev “serxwebûnê“ berda û eşkere gotin ku, eger dewletek Kurdî çêbibe em nahêlin û emê li dijê dewletbûna Kurdan bin. Ocalan dewletbûna Kurda “ wek xencerel li pişta ereban“ bi nav kir.

Ocalan: Heta ku PKK hebe , em rênadin Barzanî dewleta Kurda avabike. (di protoka hevdîtina de Sibat 2003)

Kurtahî PKKê veca destpêkir li ser xwîna ciwanên Kurd siyasetek qirêj bi rêve bir. Niha astenga herî mezin di rêya xirabiya PKKê û siyaseta wê ya ji hole rakirina Kurdan de xeta netewîye û yên hewldidin Kurda ber bi dewletbûnê ve bibe, PDK û Barzanine. Ji bo vê PKK şerê PDKê dike û ji hole rakirina PDK û xeta netewî ji xwe re kiriye Armanca sereke.

Lê îrada netewî û dewletbûna Kurda gelekî ji PKKê mestire û gelek projeyên wek PKKê têkbirine û di riya dewletbûnê de gav bi gav berûpêş ve diçin.

PKKê ji hole rakirina desthilata ku îro li başûrê Kurdistanê heyî ji xwe re kiriye armanca sereke.

PKK li gel Îranê şerê tevgera azadixwaz a rojhilatê Kurdistanê dike, li bakur hêzeka xwe nehiştiye hemû li başûrê Kurdistanê cih kiriye û ji bo Tirkiye li başûr cih bibe rêberetiya Artêşa Tirkiye dike .li rojavayê Kurdistanê gotina Kurdistanê bi kar nayne û demikrafiya Kurdistanê têkbiriye û niha li rojava hêjmara nişteciyên Ereb zêde bûye.

PKK bi siyasetek qirêj şerê hemû destkeftiyên netewî dike. Lê mixabin xala herî girîng ,ewe ku di vê derbarê de li himber kiryarên PKKê û siyaseta rêve dibe tu bertekek ber biçav tuneye. Her ali yan kesên behsa dewletbûna Kurda dikin û diparêzin dive li dijê PKKê xwedî helwestbin.

Ji aliyek din ve Medya PKKê rojana şerê xeta netewê dike, şerê PDKê û Barzaniyan ji xwe re kiriye armanca sereke, Lê cardin mixabin li himber derew û dezenfarmasyona media PKKê deng dernakeve, heta gelek caran bi awayekî weşan media başûrê Kurdistanê heta radeyekî propagandeya siyaseta PKKê jî dikin. Mixabin ev rastiyeke, lê wek dibêjin; “ Rastî Tehl e“

3011.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button