HUDA PARê serdana PSKê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu,serdana serokê PSKê Bayram Bozyel kir. Piştî hevdîtinê Yapicioglu û Bozyel daxûyanî dan rojnemevanan.
Yapicioglu diyar kir ku bi Serokê berê yê PSKê Mesut Tek re hevdîtinan dikin û wiha got: “Me xwest em pîrozbahiyê li Bayram Bozyel bikin ku di 3. kongreya PSKê de wek Serokê Giştî hat hilbijartin. Em hêvîdar in ku ev kongre bibe wesîleya pêşxistina PSKê û çareseriya pirsgirêka kurd. Armanca serdana me jî ev bû. Ya duyemîn jî em hêvî dikin ku têkiliyên me berdewam bin.”
Yapicioglu xwest ku kongre jî bibe wesîleya pêşketina PSKê û çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Armanceke din a serdanê ev e; Em dixwazin ji niha û pê ve diyaloga me bidome. Pêşniyarên me yên ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd, gelek caran bi PSK’ê re jî yek in. Bi berdewamkirina vê diyalogê û pevguhertina nêrînan dibe ku em di hinek mijaran de bi hev re tevbigerin.”
Yapiciogluda xûyakirin ku, ew ê di 19ê Kanûnê de 10emîn salvegera HUDA PARê pîroz bikin, diyar kir ku ew ê Bozyel vexwînin pîrozbahiya ku li Diyarbekirê bê kirin.
Bozyel ji bo serdana Yapicioglu spasî kir ûdaxûyakirin ku, vê serdanê ew kêfxweş kirine û wiha got: “Bi rastî Tirkiye di pêvajoyeke hesas, heta awarte re derbas dibe. Gelek pirsgirêk hene û ev pirsgirêkên 100 salî ne. Li aliyê din li Tirkiyeyê ji ber hilbijartinê îhtimala guherînê heye. Mînak hem hikûmet û hem jî opozîsyon li ser destûra nû û sîstema serokatiyê nîqaşan dikin. Pirsgirêka Kurd bi hemû germahî û giraniya xwe hem di rojeva Tirkiyê û hem jî di rojeva Rojhilata Navîn de ye.”
Bozyel bal kişand ser girîngiya diyaloga navbera partiyan û got, “Ji ber ku ev meseleya civak û dîrokê ye, ne yek alî ye. Hem ji bo makezagonek nû û hem jî ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd divê heta ku ji dest tê hemû alî bibin yek. Di vê çerçoveyê de divê ku di nava sîyesetmederên kurd de pêwîstî bi wê re diyalog heye. Divê diberî ji holê bê rakirin. Divê riyên pevguhertina nêrînan û diyalogê bên vekirin da ku pirsgirêkên me bi aqilî bên gotûbêjkirin û em karibin çareseriyekê bibînin.”
Bozyel wiha got: “Di vê çarçoveyê de hatina Zekeriya Bey û HUDA PARê ji bo me girîng e. Em roleke mezin didin vê hatin û serdanê. Piştî vê serdanê ez hêvîdar im ku bi gotûbêjkirina pirsan, em bikarin li ser çawaniya dîtina rê, çawaniya peydakirina çareyan û çawan dikarin dawî li vê xwîn û tundiyê bînin. Em dixwazin ji van pirsgirêkan re bi destê hev re çareseriyekê bibînin û aştiyê bînin welat..