Polîtîk

Namzetê MHP yê Sêrtê ji bo BDP ji hilbijartinê vekişiya

Piştî ku Galip Çakmak Namzetê Serokê Bajarvaniya Sêrtê yê CHP ji bo piştgirîkirina BDP xwe ji hilbijartinê vekişand îro jî Muammer Ekinci Namzetê Serokê Bajarvaniya Sêrtê yê MHP ji bo piştgirîkirina BDP xwe ji hilbijartinê vekişand.

Ji bo hilbijartinên 30 Adarê Muammer Ekinci ku ji aliyê MHP ve wekî Namzetê Serokê Bajarvaniya Sêrtê hatibû destnîşan kirin û îro ji bo piştgirîkirina BDP xwe ji hilbijartinan vekişand û sedema xwe vekêşana ji hilbijartinan got: MHP li gel Cemaatê pêkve karkiriye û ez jî vê yekê qebul nakim û ji ber vê sedemê jî min dev ji MHP berda.

Back to top button