Polîtîk
Dîsa CHP, MHP û HDP (BDP) dijî AKP bûne yek
CHP, MHP û HDP (BDP) ji bo birêvebirina bajaran dijî partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) peymana Stenbolê îmza kirin.
Peymana Stenbolê ku li navbera CHP, MHP û HDP (BDP) hatiye îmzakirin bi armanca wê yekê hatiye kirin li hember AKP bikaribin serkeftinê bi dest bixin.
Li gor ragihandina BDP qaşo peyman ji bo demokrasî, zelalî û beşdarbûnê hatiye kirin lê belê rastiya xwe de dixwazin AKP ji desthilata Stenbolê de biruxênin.
Peyman ji aliyê namzetên bajarê mezinê Stenbolê Mustafa Sarigul CHP, Sirri Sureya Onder HDP(BDP) û Rasim Acar (MHP) ve hatiye îmzekirin.
Hêjayî gotinêye ku berî mehekî jî li Parlementoya Tirkiyê de CHP, MHP, BDP dijî AKP bûne yek û bi awayeke awerte daxwaza kombûna Parlementoya Tirkiyê kirin.