Di nava mehekê de ev cara sêyem e li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek ji bo piştgirîkirina serokê Sûriyê Beşar Esed derdikeve.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo ragihand ku îro piştî nîvro xwepêşandanek li bajêr ji bo piştgirîkirina Esed derket.

Di xwepêşandanê de hejmarek fermanber û xwendekarên dibistanê di bin gefa dûrxistina wan ji fermanberî û dibistanê de beşdar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku xwepêşander li ber Navenda Kultûrê ya Erebî kom bûn û ber bi çerxerêya Sebih Behrat li nav bajêr meşiyan.

Xwepêşandana îro di bin parastina çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris de hat lidarxistin û tê de durşmên ku piştgiriya Esed û hêzên rejîmê dikin hatin bilindkirin.

Di 6 û 15ê vê mehê de jî xwepêşandan ji bo pitşgirîkirina Esed û hêzên rejîmê li Qamşlo derketibûn.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: