Dê çawa kesê Kurd ava bikin?

Evro ji her rojekê pitir, kesê Kurd pêdivî ava kirina kesayetiya xwe ye, bo vî karî, gelek rewşenbîr û pîspor û zanayên Kurdistanê milê xwe bidine ber vî karî û li ser binyatên zanistî hindek metod û programan darêjîn bo guherîna kesayetiya kesê Kurd ku xwe ji bê baweriyê û lawaziyê rizgar bikin û bi rêka wan ev kesayetiye bibe xwedan baweriyeka xweristî û bihêz, eve dê bibe egerê wê yekê ku kesê Kurd pitir bawerî bi xwe hebe û pitir bi axa xwe ve bêne girêdan û xizmetê jêra bikin, di gel hindê jî, yê çav vekirî be li hember her tiştekî. 

Li salên bihurî û li serdemên şoreşên Kurdistanê‌, milletê Kurd ji ber sîtema dijminan berevanî bi berdewamî ji xwe kiriye, di vê rêkê da qurbaniyên mezin bo azadiya xwe dayne. Kurd milletekê (beriye), gelek bi merdayetî qurbanî dane û çekê herî bi hêz jî bîr û bawerên wan bûn. 

Piştî serhildana pîroz, desthilatdariya bajêran kete destên milletê me, me hemiyan jî digot: Me şarezayî nîne û hikmeteka savaye, dê hêdî hêdî kêmasiyan rast bikîn, evro ke 23 sal li ser borîn, lê hêşta hikumeta me neşiyaye weku pêdivî kesayetiya mirovê Kurd ava bikin, bi pile yek eve dikeve ser milên kesên pîspor û şareza, ferbû li destpêkê li qutabxaneyên binyatî ew sîstem danaba û ew wane hatibane gotin, nuke ew berebabê evro ke bûye 23 sal da pitir dilsoz û wefadarê axa pîroza xwe bît. 

Di demê şoreşê da, yek zanîngeh bi tinê li Kurdistanê hebû, ew zanîngeh jî mînbera Kurdayetiyê bûye, dîsa fêrgehên gelek nimûne di warê neteweyî da wekî berheviya birayetî li Dihokê hebûn ku gencên Kurd têda dihatin perwerdekirin û mejiyê wan bi hizra neteweyî dihate avdan, evro bi dehan zanîngehên mîrî û ehlî li Kurdistanê hene, belê cihê daxêye wekî pêdivî neşiyane wî rolî bibînin ku kesayetiya mirovê Kurd li ser binyat û bingehên xwerestî ava bikin, hez nakîn şaş li me bigihin, çunke eve rastiyeke û bi tu tiştan nahêne veşartin. 

Pêdivî bû evro ke gencê me bo pêşvebirina welatiyê berhev û ava kirîba, belê bi daxêve dibêjîn ku em hemî pêkve milletekê berxorîn, meteleka Kurdî heye ku me hemiyan divê em (diz û hîz û behiştî bîn), eve jî geleka bi zehmete û nayê kirin, em hemî pêkve yê bi gilî û gazinde û lome kirinê ve, her yek wesa hizir dike kes ji wî (mexdurtir nîne), lê ya rast bît wisa nîne. Dê mînakekê bibêjim: (Azad û kovan u rizgar û elo, her çaran pêkve zehmeta birî û qurbaniyên dayîn, azadî parçeya erdî û otombêl wergirtîne, mehiyaneka baş jî heye. kovanî jî parçeya erdî wergirtiye, mehiyaneka baş jî heye. rizgarî bi tinê mehiyaneka normal heye, azad behsê kovanî naket ku bo wî jî otombêlekê bikirin, çunke herdu pêkve mandîbûne, kovan jî nabêjît rizgar jî hevalê me ye da parçeyeka erdî û otombêlê bo wî jî peyda bikin, azad û kovan û rizgar her sê nabêjin panê elo jî hevalê meye û ti bo wî nehatiye kirin da bizavê bo bikin û ewî jî wekî xwe lê bikin). 

Heta vê xulekê jî her kesek ji me behsê ewê di ser xwe da dike, eger em bêjîn xetayên desthilatê ne, çunke ewan ev ne dadiye kiriye, ji aliyekî ve raste, belê berpirsên meydanî berpirsin ji vê ne dadperweriyê‌, çunke berpirsên meydanî digihin cihên bilind û peywendîdar û xwedan biryar. Ez dibêjim heta nuke me ew kesayetî ava nekiriye ku hizir li paşeroja xwe bike, berê me hemiyan li berî kîye, kanê dê çawa zengîn bîn û bi çi rêkên dirust yan nedirust be, eve jî hemî aliyan vedigire bi desthilat û opozîsyonê ve, heta nuke me ti opozîsyonên rasteqîne nebûne ku bi dirustî bibêjîn ev kare başe destxweş, eve yê xirabe ret bike li hewe û li serî, taku dumahiyê, her hemî ret kirin, ew jî daku bigehin armancên xwe yên hizbî. Hindek aliyên opozîsyonê hatîne ser haziriyê û bi programên biyanî ve û dûr ji hizrên neteweyî mijûlin, eger hindek dirûşmên teysûk jî bêjin, bi tinê bo xapandina xelkê Kurdistanêye daku berev çarenivîsekê nediyar ve biben, opozîsyona hizra neteweyî jî her ew parça sêvêye, lew dibêjîn: evro ke me pêdivî bi opozîsyoneka rasteqîne û dilsoz heye. 

Dîsa yaku gelek (bive) û nerînî, ev fewza kenalên ragihandinêye ku xwe bi bê alî dadinin, ev welatên ku bi sedan sale demokratî di nav da berqrarbuyî û gihîştîne gopîtkên zanistî, belê wan di destûrên xwe da xalên sor jî hene û nabe kes bidete ser, belê evro ke li Kurdistanê ti kanalê pitir axavtinên keşefir biket û sivkatiyê bi berambere xwe biket, hizir dikin eve azadî û derbirîna hizr û bîrane, belê eve qet xizmeta doza Kurdistanê naket. Her bo mînak: Ew bûyera peqandinê di nav baregayê asayîşê da li Hewlêrê çêbû, bi ti reng û haletên wisa nabe kamîre û ragihandin biçine cihê rûdanê‌, çunke dibe ew kesên kiryarê dikin, hevalên wan li cihekê dûr pêzanînan bidenê û dikarin li temaşekirina televizyonê pêzanînên dirust denê‌, belkî ew pêzanîn bibine egerê pitir qurbanî danê‌. ya dûyê jî: pêdivî nake ragihandin wan haletan li ser şaşeyên televizyonê nîşan bidin û mezin bikin, çunke ew nîşandan dibe pitir bibe egerê hatine xwara ureya milletê me û derfet bo dijminan vedibe ku ew jî agirî xweş bikin û deholê biqûtin, rewşekê peyda bikin û xelkê biyanî ku bazirgan û xwedan berjewendin Kurdistanê bi cîh bihêlin û bizivirin welatên xwe.

Mihemed Muhsîn

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: