Nivîsar

Nameyek vekiri bo Neçirvan BARZANI

Hûnêrmend, derhinêr û nivîskarê kurd, Suayip ADLIG nameyek vekirî ji bo serokê Hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêkir. Ji berî niha Barzanî ji bo damezirandina qabîneya 7-ê ya hukumeta Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragihanddi bû ku, ew ji bo hemî cureyê pêşniyara vekiriye û her weha da xuyakirin ku heçî kesêkê bixwaze dikare pêşniyarên xwe bidin Nêçîrvan Barzanî.

Di vê derbarê de Suayip ADLIG nameyek Vekirî ku hinek pêşniyarê xwe dide diyarkirin rêkir. Em vê nameyê wek xwe belav dikin. Herweha di vê derbarê dê çi pêşniyarên bigihin destê me emê di rojevakurd de biweşînin.

Rojevakurd

 

Ev nama vekirî ya Suayip ADLIG e.

Nameyek vekiri bo Neçirvan BARZANI
Serokwezire hukumeta Kurdistanê

Birêz kekê Neçirvan BARZANI  û serok wezire hukumeta Kurdistana Federal / Irak

Ji cenabe we û hemu kabineyên weyê weziran re bi xer, selamet û pîrozbe.
Her yekbûnî, pêşkeftin,berzbûyîn û serkeftin ji xebatên weyê Netewa Kurdistan re daxwaz dikim.

Biréz, hêja û kekê Neçirvan BARZANI
We di banga xwe de daxwaza ditin û pêşniyaran kiribu, ez vê hewildana we re gelek hêja / mezin /  eziz dibinim û bi rêzdari SPAS dikim.

Min xwest di mijara xebatên hunerida çend ditin û  daxwazên xwe, wek we vekiri, di medya Kurda de, bi dilsoziyek kurdane / bi hêviyek baş / bi  rêzdari / Ji cenabe wey hêja re Pêşniyarên xwe  bigîjinim we.

Berê awûli, pişti ev kas destkeftin û hebuna van derfetan’re ez gelek kefxweşim /şadim jibo netewa Kurd û Kurdistane û zanim li pêşiyame hê riyek zor çetin  maye / karên we / karên me hê gelekin, jibo bi dest xistina hemu mafên netewa Kurda.
Em zanin û bawerim, ku pêvistiyek gelek mezin heye ji hemu beşan re / pişgiri pêviste, loma cenabe we bi banga xwe / gelê xwe daweti ditina kiriye.

belê ez bawerim, hunermendên me ên Kurda gelek hewceyên wan hin zortir û baştir / bi konkret pêvisti bi alikariye hene, daku di meydana huneride, ew jî dewrên xwe li hember netewa xwe û çanda gelê xwe karibin erkên xwe bi cîh binin.

Bê guman Sînema / şânogeri / pêşengahen wêne / risim / xêzik, helbest / çirok nivîsin / stran û çêkirina mûzke’de ber bi civata Avrupayi, cîhani’de, em civata xwe bi ferhengekî hevdem û bi teknika modern, bi çanda xwe, bi berhemên nûjen, li ser esasa nerina tâbiata çand û şaristaniyên xwe, li ser bûriyên qahremani, cameri, xweşî, cûwani, êş û duri / hesrêta evinî û li hember hemu zori – xirabiyan / heta vêga dilsoziya jiyana netewa xwe bi berheman çêkin, li hundur û  axlep li derva pêviste em temsil bikin / divê em avabikin / çêkin / di ware berhemanda xwe dewlemend bikin / bo pêşeroje jî danin û amadekiriyên belgenameyan dewlemend ji neslên beyi re.

Lê ji ber qet tinebunan, hêjari, tinebuna pişgiriyan û neditina imakanên makul gelek hunermnde me nikarin berhemen xwe çekin / hinek ji filim çekerên me jî, berhemên wan di kêm asta berhemên civata avrupiyadan de dimene û cihên xwe nagirin û qet nikarin derkevin derva / yek an du kes û hevalên din jî du sê sala ya yek filim çêdikin / ew jî qet têrnake.

Welatên herî hêjar bi kemasi salê 10 – 15 filimên wan li awrupa tên balkişandin, belavkirin û di civata awrupiyan’da, axlep di warên sînema / shano / pêshengahên wêne – resim û nivisandinên roman / helbesta da ew bi erkên xwey alikariya dewleta xwe / sazi û bi hevra bunên xwe re, bi cûwaniyên çanda xwe, di civatên dinde tije bi jiyanin û ez wek Kurdeki bi vi haleme gelek xemginime û ez ji filim çêkerên gelên din gelek bi hesûdim.

Ev 38 sale bi serêxwe wek her xeribekî ji welate xwe bi zilme durketi / wek her pênaberek em ber xwe didin, lê bê alikaryek bi hêz ne mûmkune em meydana hunere tijî bikin / em bi imkanên xwe têr nakin û li her derê jiyana gelêndin bi imkanên dewletên xwe / li vî ciyî, cihêxwe li her deri zeft kiriye û dikin / ev mirata dem / zaman / wextjî pir bi hêz û zû derbas dibe / li gora zu çuyîn / geşbun / pêşketina globaliziya dinya iroyinde / ji derve’va mirov dibe ciye sekin û haleme Kurda / rewşame wek 12 salên berê tê xuyakirin.

Ez gelek cara bi hersim, bi xeydim / başi difikirim / di bişirim û ji xwe re / xwe bi xwe dibejim, lo Suayip ev kar karên imkanên mezin û karên DEWLETINE / ê me KA WELATE ME / Ka  DEWLETA ME û çanda netewamin Kurdistan di vê civate de, ji  % 99 li meydana hemu huneran bê par û bê xwedi  / sêwi û stuxwarin em hunermendê pênaber li xeribiye.

Erê ka bêjin ez çi bikim, li hember vê meydana tije, ji çalakiyên huner û şaristaniyên gelêndin, ku em jê mahrumin / erê edî dibejim di destemede bes çi maye / hinek berxwedan / hinek sebir û hinek mûsik godarikirin / hinek xwendin – nivîsandin / hinek jî hesûdîyên însani maye û em gişt dizanim ku, hesûdi jî qet nebaşe / ê ka em karin jivê zedetir di vî halide / di bê imkaniyan’de ji gelê xwe re bê hebun û bê xwedi derketina DEWLETA te, tê çawa  salê 10 – 15  filimên sînemayi / Deh şahno, deh pêşngeh û deh helbest / deh roman û çirok karibin çêbikin / na qet ne mumkune.

Rézdar û hêja Kekê Neçirvan BARZANI
wek cenabe wejî baştir zane û ser wexte,

Ez vê xebata di her beşên huner çeker’de cûwan û pêşketi dive berhem bên afrandin, daku civatên biyani ên pêşketi ji berhemên Kurda re bi matmayi hesbike, himbez bike û di nav germina singa xwede ji civata Kurda re bibe xweş-dost  û bi xwejî hewceyi bi nizikbûyina gelê kurda re, xwe bi tevger bike / bixwaze / lime û berhemê me bigere.

Bê guman, Canabe wey rêzdar jî baş dizane ku, ev kareki gelek mezin, hêja / berze û dikare riyên hemu serkeftinên dahatuya gelê Kurda bi her awayên cûwan bi xwe re bine û pêşxe / hêz / dûr û dirêj bi civatên ên din re dostaniyan mezin / dostaniyênme kare gelek zexm bike / Ji ber vê yekê jibo menfata netewa Kurdî’de, di vî bêşa huneride bi zanistiyek cesurâne û imkan dayin lazime / cômerdiyeki xurt a abori gelek ferze / tevger hewildaneki wey wûsa ji we hevî û daxwaz dikim / ez dibêm hinga ewê dawiyê gelek bi xer be  % 100′ deh qat û sed qat / heta bi hetaye berhemên hêja ewêziya wî ji bo me hemuyan û li cihane, ji gelê Kurd’re dewlemendiya zanisti û şarezayiyên hemu rengan bixwe re, jibo me bine.

Bi vî xebata huneri, em karin qehremaniyên mezin à netewa Kurda jî û dirokaxwe, zor xurt heyî, herin ji quncikên diroke bigerin û yek biyek derxin, berxwedanênwan gelek mezinin û hêjaye, lê me hêjî yek filimeki, ku em karibin bi layiqi, bi asteka teknika baş çêkiri, li welate dinyaye bidin nişandan me nine û nekariye çêbikin / em hêji bi navên gelê xweyê Kurd û Kurditan li dervaye welat, ne yek sal  / benc sali’de bi yek filimên Kurdi’jî nayên temsilkirin, wek Kurdeki jibo gelê xwe / xwe zor bê sûd, xemgin û xembar dibinim.

Bi projeyên temsila bi zimanên netewa Kurd – Dewleti /dewlemendiya ferhenga ziman, çand û jiyana pêşve çûyînede / cur bi cur ji berhem çêkerên Kurdên bi tecrubeyî re / ji cenabe we daxwaz dikim / wûn bi xwe bibin alakadar û alikar / hukumeta Kurdistan bibe alikar / wûn cenabe we teşvik bikin daku Dewlemendên Kurda bibin alikar / xelkên me bibin alikar / em gişt di vi waride jî bibin yekbûyîn û wûsa bikin ku, ev çênd salên beyî bibe RONESANSA berhemên sînema kurdî û afrandinên hemu berheme rengên hunera Kurdistaniyan li welat, li awrupa û cihan.

Ez vî kare sînemayî ji bo berjevendiya netewa Kurda, bi hestên zor bi hêz, ferz û berz dibinim,       lo ma min dûr û direj kir / ez hêvî dikim, ku wûn limin bibûrin

Û ji cenabe wey hêja Neçirvan BARZANI’re bi hêvî daxwaz û pêşniyarim.

Ez bi xwe jî wek hunermendeki Kurdistani, bi hemu tecrubeyên xwey 38 sal di hemu karên huner’de ez bi xwejî bi wereme û amademe / fermo gelek projên mini cuda, cuda huneri û sînemayi bi hêz hazir û amade’ne / ên hunermendên din û emin bi xwejî heye, bo dewlementkirina çand û sînema gelê Kurd û Kurdistan bo afrandinên berhemên berz û hêja’de wûn bixwazin / ez li gel we me / cenabe we alikari bidin min – ezêjî di karê xwe de berpirsiyariya xwe bi cîh binim / Jibo projên xwey Kurdi û netewî çekim / wûn karibin bi deyn jî alikar bikin ezê jiwera bi navên xwe û ew kesên bimin re bi xebitin / jimin hisdikin / bi min bawerin bi hûrmetek mezin emê timi ji cenabe we re her tim SPASDAR û MINETARBIM.

Bi réz û hêja Kekê Neçirvan BARZANI

Ez hê di 18 saliya xwe’de Li gel rê hevalê xwe rahmetiye YILMAZ GÜNEY bi awayek profsiyonel di sala 1974 wek lêheng filime Endişe / Heval, Keri, amadekere ji çekirina filimeYol hvd,  wek listikvan / asistan / amadekeriyên, jibo hemu beşanda kar kirime / û heta wefatawi jî li Fransaye cem wî xebata sînemayi meşandiye û pişti wefata wî, li pênaberiye li Fransa, welate Iskandinav / Swede / û awrupa heta vega / irojî bi awayek profosiyonel bo danasandina gelê xwe / çanda gelê xwe celep, celep berhemanda, di imkanên tinebûyînede ev 38 sale hema bêje her sal min berhemek afirandiye û her bahsa bindestiya gelê xwe, zilm / neheqiya li me hatiye kirin / tên kirin daye bahsa. ku em netewa Kurd kabul nakin û li welate xwe li ser axa bav û kalê xwe deh hêzar salane em dijin û bi berdewami em dixwazin wek her mileti emjî li xaka xwe azad / aram bi awayek demokratik bijîn / bahs kirime / ez dikim û ezê bikim û berdewambim.

Birêz kekê Neçirvan BARZANI  û serok wezire hukumeta Kurdistana Federal / Irak

Jivegada, bo her alikari û pişgiriyek we, bo her hunermendeki Kurda re ji cenabe weye hêjare SPASIYA xwe pêşkeşî we û hukumeta we dikim.

Biréz kekê Neçirvan BARZANI
û Seokwezire hukumeta Kurdistana Federal / Irak.

Cardin ez Serokwezirtiya we bi kefxweşî, dil, can û bi şahîyek coş pîroz dikim.

Bi gîşti, ji hemu endamên wey weziran re, parlemen û kabineyên we re xebatek baş, serkefti, yekbuni, netewî û gelek berz, bi dil û can bi hêvîyek zor mezin daxwaz dikim.

Bijî yekitiya Kurd û Kurdistan

Bi rêz û hurmetekî birayêti

24 / 02 / 2012

Suayip ADLIG

[email protected]

Back to top button