Polîtîk

Emê kurd bikaribin xebat û têkoşîna xwe bihêztir bikin

 

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û Berbijarê postê Serokwezîriya Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî di gotareke xwe de balkêşandiye ser çendîn mesele û babetên girîng û pêvendiyên heyî yên di navbera partiya demorkata Kurdistanê û Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê de.

Li gora nûçeya KTV, Nêçîrvan Barzanî di vê gotara xwe de daxwaza normal kirina peyvendiyên heyî yên di navbera PDK û YIK kiriye û amade bûna xwe jî bo normal kirina pêvendiyên han diyar kiriye.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: Tevahiya me ku, bi hevre di nava welatekî ango di nava nîştimanekî de dijîn herçen nêrîn û ramanên me yên cuda jî hebin lê dibe di meseleyên girîng weke pêşde birina welat û rûbirû bûn bi kêşeyên curbicur re yekgirtî bin û yekgirtina xwe li gorî berejwendiyên bilind yên Gel û welatê xwe bihzêtir bikin.

Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê aliyeke siyasî ya Kurdistanê ye ku, li gorî qanûn û zagonên Kurdistanê hatiye damezrandin û ev çend sale beşdariya Parlemento û Hikûmeta Kurdistanê kiriye û çendîn car jî tevî PDK û YNK beşdariya hilbijartinên Kurdistan û Îraqê kiriye û çendîn car jî di nava wan hilbijartinan de xwedan lîsteya cuda bûye.

Di dema damezrandina kabîneya 4an ya Hikûmeta Kurdistanê de YIK beşdariya Hikûmeta Kurdistanê kir û ez vê demê Serokwezîr bûm û dizanim ku, di nava çi şert û mercan de beşdariya Hikûmetê kir daku, bandore parçebûna îdarî di nava Hikûmeta Kurdistanê de nemîne lewre ez daxwaz ji PDK û YIK dikim ku, ev xalên hevbeş yên ku, di nava bername û armancên wan de hene jibîr nekin jiber ku, ev xalên hevbeş gelek zêdetirên ji xalên nakok.

Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kiriye ku, ev amadene ku, hevpeymanî bi YIK re saz bikin û ev hevpeymaniya han jî bipêş ve bibin û tevî aliyên din yên nîştimanperwer hewl ji bo pêşde birina welatê xwe bidin.

Barzanî ev yek jî diyar kiriye ku, partiya demokrata Kurdistanê rêz ji her aliyeke siyasî digire ku, li gorî zagonan hatiye damezrandin vê ca ev alî beşdariya Hikûmetê beke an jî neke û bibe opozisyon.

Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku, hîn jî kêşeyên Netewî û nîştimanî yên Kurdistanê mane û ev kêşeyên han bi giştî nehatine çareserkirin û tevahiya Gelê Kurd çavê xwe li ezmûna Kurdistanêye û her Kurdek hêza xwe ji bihêz bûna Kurdistanê werdigire.

Bûyerên lezgîn welatên derdora me girtine û ev bûyerên han jî di pêşerojê de vê li gorî berejwendiyên Gelê me de bin, di pêvajoya îro ya deverê û Rojhilata Navîn de derfeteke gelek baş derketiye holê ku, emê Kurd bikaribin xebat û têkoşîna xwe bihêztir bikin, ev derfeta han derfeteke nûye lewre dibe emê bi awayekî fêde jê vê derfeta han bigirin ku, nibşên me yên paşerojî gazendan ji me nekin.

Back to top button