Nivîsar

Tevgera Barzanî û dawiya şerê “gel ê şoreşger“

Lîderê Kurd Mesût Barzanî bi şanda BDPê ve li Hewlêrê di konferansekê de hat ba hev. Di konferansê de mijara herî girîng ew bû ku Barzanî, ji PKK ê dixwast divê êdî PKK çeka bisekînîne û ji bo çareseriya pirsgireka Kurd, bi rêya diyalog û demokrasiye bibijêre. Bi rastî ev yek di navbera siyasetmedarên Tirkiyeyî de, bi awayekî bê deng hat pejirandin. Siyasetmedarên Kurd bi awayekî bê deng guhdarî Barzanî dikirin, ji xwe ne pêkanbû ku siyasetmedarên Kurd, li hemberî Barzanî denge xwe derxin. Ew bi xwe jî dizanin ku di vê heyamê de bi rêya çekan û rêyan ne demokratîk ve têkoşîn êdî çênabe. Têkoşîna bi vî rengî êdî deriyên xwe girtiye. Jixwe niha rewşa Rojhilata Navîn û dinyayê holê ye; çek,  bi tenê zirarê dide doza Kurdan.

Vê rastiyê bitenê PKK napejirîne. Tirmeha borî dest bi “ şerê gelê Kurdan (Devrimci Halk Savaşı)“ kiribûn. Di serî de ew, bi xwe, kul ji devê  gelê Kurd û Tirkiyê anîn. Di serî de, hîngê ji bo safî bûnê şansa wan a siyaseta demokratîk hebû; ewil bi dewletê re bo guftûgoyan hatin ser masê, paşê masê deverûkirin. Encam: bi sedan can dan axê, bi sedan siyasetmedarên Kurd avêtin zindana, Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîtê de ye, PKK prestija xwe ya siyasiye winda kir. Deruniya serdestiyê jî winda kir. Şanaza wan şikest û hatin rencide kirin, dest bi şerê gelê Kurdan kiribûn, lê têkoşîn di sê mehan de xilas bû…

Hema bibêjin PKK bûbû siyasî û ev yek ji bo wan serfkeftinek mezin bû, ji serfiraziyê re jî hindik mabû; lê belê PKKê rahişt “ Şerê gelê Kurdan” ji ber vê gelek tişt ji deste xwe revand. Ji bilî vê rêxistin, Kurdên ku piştgiriyê didin PKK ê hestiyara “têkçûnê” jiyand. Siyaseta Kurd a ku di hilbijartinên Hezîranê de weke bi serfirazî derketibûn, lê îro hemû belav bûn  û pelişîn.Di mijara çareseriya pirsgireka Kurdan de jî, ne raya giştiya wan, ne jî raya gişti ya rojavayê ji wan bawer dikin. BDP li parlementoyê her ku diçe giraniya xwe siyasiye winda dike.

Sedema vê rewşê ew e ku siyasetê berdan rahiştin “şerê gele Kurdan” Di dîtinê de armanca “ Şerê gelê Kurdan” ew bû ji bo ku  ji  PKK re xweser, Ji Ocalan re azadiyê bi dest bixin. Lê rêya vê yekê ne ji çekan, dîsa ji rêya siyaseta demokrasiyê derbas dibûya. Ev, rastî tiştek zelal bû. Ma tevgera Kurd nizanibûn?

Piştî hilbijartinên hezîranê di cih de hin kes ku di nav tevgera siyaseta Kurdan de  hema gotin “şer û şer” me vê qet  fêhm nekir. Belê mafdarên û ji hikûmetê gazinca kirin û gotin  me “mijûl” dike. Lê ev dikare bibe sedema şer, qey  Kurdistan direve? Di navbera salên 1999 û 2005 ‘an de rêxistin guleyek jî berneda, qampên li  Iraqa bakurê faaliyetên xwe bi hêsanî berdewam kirin. Çi bû di 5- 6 salan de? PKK hêza xwe winda ne kir, xilas nebû, berevajî ji pêvajoyê bi awayekî hêz derket, bêtir xurt bû. Di wê heyamê de jî şaredariyên rojhilata başurê ketin destê siyaseta Kurd. Di serî de, dewlet di wan salan de bi PKK re ne hat  liser masê jî. Ango di salên 1999 û 2005’an de rêxistin ewqas sabir nişan da, “ Kurd, di dîrokê de peymana herî mezin wê mohr bikiribûyan” çima bi rojan leza xwe kirin û di cih de dest bi “şerê gelê Kurdan “ kirin.  

Çi ket destê wan? Qey bi vê rêyê ve herêma xweser bi dest xistin, an ji Ocalan re azadiyê qazanç kirin? Di vê navberê de çek ji  tevgera Kurdan re çi anî, an em vê nikarin bibînin û fêhm nakin ? Îcar armanca rastiya “şerê gelê Kurdan” ne xwesere ne jî ji Ocalan re azadîye;  yanê ji vê rewşê ev derdikeve holê. Di zana min de armanca “Şerê gelê Kurdan“ bitenê li dijî AKPê bû. Lêwma dest bi vê şerê kirin. Ji bo ku pişta AKP ê bişkênin, lewaz bikin, gelo “ez ê AKP ê çawa ji desthilatiyê bixim” hesaba vê kirin. Ez nikarim vê rewşê bi berjewendiyên doza Kurd ve diyar bikim. Heke serokwezîr nûnerê xwe yê taybet jî şandibûya û gotibûya “ ji we re çekê vekirî, em mohra xwe lê didin, hûn çawa tijî bikîn bikin” li ser wê masê li hev hatinek xirab jî pêk hatibûya wê ev bûbûya serfiraziya aliyê Kurd, di dîrokê de cihê xwe wê bigirtan. Ez difikirim ku Ocalan nêzî li hev hatinê bû, lê PKK  bi dînamîtê xirab kir û  her tişt ser û bin kir. Enqere û Îmralî di pirsgireka Kurdan de merheleyek pirr girîng standibûn, nêzî peymanekî dîrokî bûn; lê PKK û komeke ku di nav dewletê de, pêvajoyê sabote kirin.

Ji bo bikaranîna çeka bi serkeftî bû, zehf xwîn rijîya; lê dîsa jî nikarîn desthilatiya siyasî bêhêz bikin. PKK ji nav “şerê gelê Kurdan” têkçûyî derket. Gotinên Barzanî vê yekê piştrast dike. Ger rêxistin, ji vê pêvajoyê weke bi serkeftî derketibûya Barzanî nikariya bigota “ger hûn çekan daneynin em bi we re di bin heman banekî de nayin ba hev”                

Bi kurtasî “ çek” têk çûye; ji îro pê ve siyasetmedarên Kurd di derbarê vê mijarê de çi bizanibin divê van rastiyan nîşanî rêxistinê bikin. Ger bi rêxistinê re ji nû ve guftûgayan bikin ku ev îro pêdivi yê niha tam wextê wê ye. Her wekî tê îdia kirin ku Abdûllah Ocalan daxwaz dike  bi Hakan Fîdan re hevdîtinek din pêk bîne. Dibe ku ji bo çareseriyê projeyek din tê amade kirin. Dibe ku hêj nemayî havînê di mijara terka çekan de li Îmraliyê wê li hev werin. Çima bila çênebe?   

 Kurtuluş Tayiz

Xeberênkurdî 

Back to top button