Demîrtaş: Ez zaza me kurmanciya min ne zêde baş e
Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş di merasima bîranina 66 salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de ku, li bajarê Hewlêrê birêveçû, bo cara yekem di helkefteke fermî de gotara xwe bi zimanê kurdî pêşkêş kir.
Di wê merasîmê de ku, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî gotarek tê de pêşkêş kir, Selahedîn Demîrtaş berî ku gotara xwe bixwîne, got:
– Daxwaza lêborînê dikim, ez zaza me, kurmanciya min ne zêde baş e, eger kêmasî hebin divê li min biborin.
Demîrtaş di gotina xwe de amaje da pêgeh û girîngiya Komara Kurdistanê ya Mehabadê di dîroka Kurdan de, herwiha pêdagirî li ser girîngiya sazkirina kongreya netewî jî kir, lewra jî gotara wî bû cihê balkişandinê.
Demîrtaş di pirraniya helkeft û hevpeyvînên rojnamevanî de bi zimanê tirkî dipeyive, lewma axaftina wî bi zimanê kurdî di wê helkeftê de bû cihê balkişandina hevrêyên wî jî ku pê re hatibûn Herêma Kurdistanê. Parlementera BDPê ya Amedê Leyla Zana ku, ew jî weke endama şanda BDPê û KCDê tevlî merasimê bû, ji Rûdawê re got:
– Ji aliyê derûnî ve Demîrtaş ji zû ve ew tabû şikandiye ku bi zimanê kurdî bipeyive. Lê di rojeke taybet wek îro (minasebta 66 salvegara damezrandian Komara Kurdistan) de, axaftina bi zimanê kurdî bo birêz Demîrtaş bêguman şikandina tabûyan e.
Parlementer û serokê KCDê Ahmed Turk jî ku di wê helkeftê de amade bû, got:
– Çend sal in li Bakur bi kurdî dipeyivin, lê di rojeke girîng a wek îro de kek Selahedîn baştir dît ku bi kurdî bipeyve. Ji gellek kesan re neçaverêkirî bû, lewma li cem wan kesan şikandina tabûyan bû.
Selahedîn Demîrtaş jî derbarê xwendina gotara xwe bi zimanê kurdî ji Rûdawê re got:
– Ev karekî asayî ye.
Derbarê axaftina li Parlementoya Tirkiyeyê bo fraksyona BDPê jî, navborî got:
– Axaftina bi zimanê kurdî li parlementoyê qedexe ye, lê di gellek panel û civînên cemawerî de bi kurdî jî dipeyivim.