Hevpeyvîn

Hewramî li Swêdê: Mafê çarenûsî û serxwebûnê mafê gelê kurd e

 

Endamê Ccivata serokatîya Partîya Demokrata Kurdistanê û berpirsê mekteba têkiliyên derve yê PDKê Hêmin Hewramî ji bo serdanekê li Swêdê ye. Hewramî heta niha bi gelek partîyên Swêdê re hevdîtin pêk anîne, îro li zanîngeha Stockholmê bi zimanê engilîzî û sibê jî ji bo revenda kurd li Sundbyberge li Stokholmê bi kurdî semînerekê li dar dixe. Di hevpeyvîneke bi Zayele re Hewramî dîyar kir ku mafê çarenûsî û serxwebûn mafê rewa yê gelê kurd e, lê tu bernameyek wan ya îlankirina serxwebûna Kurdistanê di biharê de nînin.

Hêmin Hewramî ku ev teqrîbê salekê ye berpirsê mekteba têkiliyên derve yê PDKê ye di serdana xwe ya Swêdê de di nav wan de Moderat û Sosyaldemokrat jî bi gelek partîyên swêdî re hevdîtin pêk anîne. Hewramî dîyar dike ku ji bilî ronîkirina rewşa Îraqê û Kurdistanê mijarek germ di danûstandinan de Sûrî û kurdên rojava bûne.

 

Ji bo hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Lyssna: Hemin Hewrami 

 

 

Beşîr Kavak/Zayele

 

Back to top button