Civak

 Qehweya kurdan bû marqe

Li Dîyarbekir, hilberîna bi navê ‘Qehweya Kurda’ bû marqe. Ev vexwarina taybet, kêm tê qelandin û bi destan tê kutandin. Qehweya ku tahliya wê kêm e, zêdetir tê xwestin. Me ji bo wê li tehma vê qehweyê mêze kir. Her ku diçe, daxwazên mirovan zêde dibin. Li gorî derfetan tehmên nû jî têne ceribandin. Mîna ‘Qehwa Kurd a’. Li Dîyarbekirê, karsaz Mustafa Akinci, tehmeke nû derxist holê.

Navê vê tehma xweş jî kire ‘Qehwe Kurd a’.Hilberîna ku beriya 2 meha hate çêkirin ji niha de eleqeyeke mezin dibine. Qehwe Kurd a li Dîyarbekir, Mêrdîn û Batman’ê kete piyase yê. Pêşî danên qehwe ku ji Brezîlya tê, bi awayekî hindik tê kelandin.

Şunde jî danê ku hate kelandin ji bo neşewitê tê raxistin. Piştî ku dan sar dibin bi mîrkurkê tê kutandin. Û Qehwe Kurd a ji bo çêkirinê amade ye. Gelo ev fikr çawa derket holê? Em guh didine peyamner Mustafa Akinci. Cûdatîya wê qehwê çiye. Berî her tiştî bi desta tê amadekirin. Qehwe Kurd a niha li 3 bajaran di pîyasê de ye. Lê wê pêşî li herêmê duv re jî li giştiyê welet werê belavkirin.

 

Nûçevan

Back to top button