Nivîsar

Nameyek vekirî ji bo Serokê Kurditanê

Omer Sindî Ji bo rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistanê.Silav û rêz û hurmet Ji ber ku her tim û tim hûn ên rêzidar li jan û kul û kovan ên gelê kurd li her ciyê hebe xwedî derketine, ji ber ku bi dirêjiya dîroka xebat a we hûn bûne xemên hejar û belingaz ên kurd, we bi xem ên xwe zanîne, dîsan we mîna hev û bê cûdayî li her çar aliyên Kurdistanê mêze kiriye, û şikandin a tuxîbên destçêkirî û ava kirina Kurdistana mezin xewn a we a herî kevnar bûye. Rêzdar Serok : nayê veşartin ew cînosîda îro li hember Bakurê Kurdistanê tê kirin rojane mirovên sivîl û zarok û jin bi destên Jandurme û Hêzên taybetên orduya Turk têne qetil kirin, Bakurê Kurdistanê bi dijwartrîn reng xistine di bin embargo ye de û qedexeya hatin û çûn ê kete di meha dûyan de, sivîl li Cizîra Botan û Silopî û Şirnex û Kerboran û Hekarî û Wanê û Sûra Amedê tên şehîd kirin û qedexeye şehîdên xwe li gurstanan jî bin ax bikin, av û elktirîk û hemû alav ên peywendiyê ji bajar û bajarok û gundan hatîne qut kirin û nêzeke jiyan li wan deverên ku navên wan me anî were rawestandin. Hikûmeta AKPê û ordûya Turk li aliyekê û PKK li aliyê din, mokirin li ser berdewam kirina vî şerî, sivîl û belingaz ên kurdan jî li Bakurê Kurdistanê yên bûyine dar û êzingên vî agir ê dijwar û tên şewtandin, gumrika giran a vî şerî didin, xala herî metrsîdar li vê derê ew e ku ev şer e gelek nemaye ku ji bin kontrola AKP û PKKê derbikeve û êdî bibe şereke etnîkî ji xwe hin alî hene li Turkiyê dixwazin ev şer e bigehe wê asta xeternak, di kevin de ev yek ji armanca wan ên sereke bûye, ev alî heta îro jî hebûn a kurdan li Turkiyê wek gel qebûl nakin û hebûn a Kurdistanê jî qebûl nakin, niha jî bizavên herî mezin û dijwar dikin û plana şerê etnîkî dadinin. Lewre jî hawar û gaziya Bakûrê Kurdistanê digehînim we ên xwedî biha û tenha kesê ku bikare bandorê li ser vê karesatê bike û vî agirî vemirîne û dîsan pêkula aktîf kirina prosês a aştiyê bike û yekane kesê ku bikare dîsan rewşê siruştî bike û vegerîn e mîna berê û jiyanê careke din vegerîn e deverên ku embargo li ser hatîye danîn her hûn ên rêzdar in. Berêz serokê Herêma Kurdistanê: vê peyamê arasteyî we ên berêz dikim ne ji ber ku hûn serokê herêma Kurdistanê ne belku ji bo hindê ku hûn ên rêzdar helgir ê peyama kesêkê ne ku li ku derê Kurd toşî sitem û zulim ê biban ew li wê derê bû, xem a her kurdekê xem a wî bû, ew jî Babê ruhî yê Kurdan Barzanî Mistefa ye, belê ji bo vê sedemê hawar û gaziya jin û zar û pîr û kal û sivîlan ji Bakurê Kurdistanê digehînim we ên birêz ku bi rêya peywendiyên we bi herdu aliyan re û bandora kesayetiya we hûn bikarin van karesatan rawestînin û ev rewşa xwînawî bi dawî were….. Êdî li gel rêz ên me. Çaverêne û piştrast in ku hûn ên rêzdar wê li hawara kurdan herî.

Back to top button