Deriyê Xabûr rojê 7 saetan vekirî ye
Qayîmeqamê Zaxo dibêje, Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl rojane 7 saetan bo bazirganiyê vekirî be.Xelîl Mehmûd Qayîmeqamê Zaxo ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî vekirina Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Tirkiye em haydar kirin ku rojane ji saet 8ê sibehê heta 3ê piştî nîvro dê vekirî be û tenê bi mebesta bazirganiyê û kemyon dikarin hatin û çûnê tê de bikin.”Li gorî qayîmeqamê Zaxo, “Geştiya û otomobîlên biçûk nikarin bi rêya sînor hatin û çûyê bikin, ew jî bi parastina selametiya wan kesan, ji ber ku li aliyaê Tirkiyê hêj rewşa ewlehiyê xerab e.”Tê zanîn ku xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl dikeve sînorê Zaxo û li parêzgeha Dihokê û deriyekî girîng e bo Başûrê Kurdistanê, ku Kurdistan û Tirkiyê bi hev girê dide û rojane bi mebesta bazirganî û geşt û serdanan gelek welatî tê de derbas dibin.