Hejmara 4. ya kovara Felsefî û Rexnî XWENAS derket

Çend gotinli ser XWENASêBi zimanê Kurd felsefe bi derfet e yan na?Ya ku em xistin nav vê serenceya mezin ev pirsiyar bû?Eslen her ronakbîr evê pirsiyarê ji bo zimanê xwe dike. Dîsa her ronakbîr dixweze, ku vê pirisyarê bi erênî bibersivîne. Ev daxwez caran dikare mirov ji hizirkirina objektîv biqetîne jî, lê dîsa jî pirsiyareke girîng e û pêwîst e.Di ser de jî eger hûn kesekji miletê bindest û dagirkirî bin û her wisa ziman û hemî hacêtên xweîfadekirinê ji aliyê sîstema dagirkiriyê ve hatibe qedexekirin, rih û demarên ziman û çanda we bi demeke dirêj hatibe xitmandin û hûn mehkûmê zimanekî din bûbin, ev pirsiyar girîngiya xwe ji aliyê psîko-sosyolojîk mezintir û elzemtir dike.Ziyan û xesaretên li ser zimanê me û her wisa li ser haletî rûhiya me bi tenê vê qedexe û xitmandinê ve bimaya, xem nebû; me dikarî bi gelek aliyên jiyanê ve xwe bi ziman û çanda xwe ve bigirta û ji nûve jiyandina tovên hizr û raman xwe yên netewî pêk anîba. Lê ziyan û xesasreta hêj mezintir ew bû, ku em di rewşeke wisa de bûn, ku li ser biçûkdîtina dagirkeran, me jî di nav vê pêvajoya dagirbûnê de hêdî hêdî ziman û çanda xwe ya xwedî dîrokeke dûr û dirêj bê nirx kir, biçûk dît û her wisa ev yek jî bû hinceteke nerast û bi tevayî ziyandar, ku em qaşo rizgarkirina miletê xwe ji sîstema dagirkeriyê, bi zimanekî din, heta bi zimanê serdest yê dagirkeran ve rasyonalîze kir.Me bi vê hinceta ecêb ve mîna ku alîkariya pêvajoya helandin û tunekirina zimanê xwe kir.Jiber vê yekê, hesasiyeta vê pirsiyarê di me yên ronakbîrên miletê bindest de xwe bi rengekî trajîk dide diyarkirin. Yanê me maf heye, ku di bersivandina vê pirsiyarê de bêhtir sûbjektîv bin. Jiber ku ev sûbjektîvîzm nebûya, belkî qet kesek ji me cesaret nedikir ku bi zimanê xwe dest bi ketina nav derya felsefeyê bike.Jiber ku sûbjektîvîzm di van rewşan de cesaereteke mûceret dide mirov. Eger em dîrokên miletên wek xwe hinekî lêbikolin, em dê bibînin ku eger ev sûbjektîvîzma bê guneh nebûba, ti caran wê nekarîbûna hewildaneke berev xwerizgarkirinê pêk bînin.Ne ku pêk bînin, destpêkirin jî wê bê derfet bûya.Bi salan di nav perwerdeya me ya bi zimanê serdestan de (tirkî, erebî û farsî) em hatin îqna kirin, ku ev ziman dewlemend in, berfireh in û gelek derfetên mezin yên van zimanan hene, ku ji her warî şaristanî û çandî de pêşkeftinên mezin bi wan dihête kirin.Bi taybet di mijarên felsefî de me xwe bi tevayî bi reng, deng û têgehên van zimanên serdest, yên ku em ji seretayî heta zanîngehan bi wan hatine “xemlandin”, me wisa fikirî, ku ji ronakbîrên Kurd hema hema kes nedikarî îdîa bike; zimanê me eslen ji van her sê zimanan bêhtir bihêz, bi reng û berfieh e û mirov dikare bi vî zimanî jî gengeşiyên felsefeyê pêk bîne.Dev ji felsefeyê berdin, me cesaret nedikir ku em mijareke normal ya jiyanî yan jî siyasî bi zimanê xwe biaxifin û jê hin encamên bi fayde ji xwe re derxînin. Di ser de jî, me xwe bi van hincetan dixapand, ku em zimanê xwe bi rengekî akademîk nizanin û jiber vê yekê em bizavên wisa bi hizreke bilind bihête kirin, ancax bi zimanekî serdest bikaribin pêk bînin. Eslen xwexapandineke trajî-komîk bû. Jiber ku jixwe ev zimanên ku me bikar dihanî, hem zimanên “akademîk” nebûn û hem jî bibûna jî, me ew ziman bi rengekî akademîk nedizanî.Di dawiya dawî de ez dixwezim îfade bikim ku eger rexeneyeke wisa bo me bihête kirin, ku em di derbarê jêhatî û derfetên felsefî yên zimanê xwe de sûbjektîvîst in, bila ew xwedî rexneyan, xwe qet eciz nekin, em dê ta di destpêkê de wan bi aweyekî tund red bikin û heta rexneya wan qet cidî jî negrin.Jiber çi? Jiber ku rexneyên wan bi xwe eslen sûbjektîv e.Jiber çi?Jiber ku berî her tiştî gelek zanist û siyasetvanên girîng yên miletên serdest bi xwe ikrar dikin ku bi zimanê wan (qe nebe bi rewşa îroyîn ya zimanê wan) felsefeyeke rêkûpêk û dewlemend ne bi derfet e. Heta di van mehên dawî de di nav ronakbîrî û konevaniya tirkî de dihête gengeşî kirin, ku gelo zimanê tirkî bi veqetana ji zimanê Osmanî xwe zeyîftir û qelstir kir, yan na? Heta di herî dawî de jî, serokwezîrê tirk bi vekirî û aşkeretî û heta bêyî komplekseke netewî di kursiya meclîsê de diyar kir ku bi zimanê tirkî ya îroyîn felsefe ne bi derfet e.Her çi qas di vê gotina wê de qisawetên siyasî û hin berjewendiyên wî yên siyasî hebin jî, eslen serokwezîr bi vê gotina xwe ve rastiyeke objektîv destnîşan kiribû. Jiber vê jî ji bilî hin kemalîstên hişk û nasyonalîstên bi nav û deng kes li hember axiftina serokwezîrê tirk sedem û argûmanên berketî û yên berbiçav nekaribûn pêş bixînin. Jiber ku her çi qas zimanekî demkî û çêkirî be jî, zimanê Osmanî di derbarê zanist û felsefyê de ji tirkiya niha pir pir xwedî derfet bû, dewlemend bû. Ji bo îsbadkirina vê îdayê jî hewceya vegotinên dûr û dirêj tune ye, jiber ku di sîstema hiqûq, dîn, felsefe û zanistên civakî de di dibistanên bilind û zanîngehên Tirkiyê de zimanê Osmanî dihête bikar anîn. Ev yek bi serê xwe dide zanîn ku serokwezîrê tirk bi kîjan sedem û hincetê ev yek gotibe jî, rastiyeke dîrokî diyar kiriye.Me jî bi merameke mezin û armanceke kûr dest avêt Xwenas’kirinê ku em bikarin bêjin, “bi zimanê Kurd felsefe dihête kirin.”Zimanê ku mirov bikaribe pê xwe binase, felsefe dikare bihête kirin.Zimanê Kurdî hem xwedî ahengeke melodîk e û hem jî xwedî dewlemendiyeke mezin ya ji bo vegotinên têgehên mûsbet û mûceret e.Çima em pê felsefe nekin?Sokrates gotibû: “Xwe binas!”Em jî dixwezin li ser “Xwenas”ê kûr bin…EdîtorNaverokÇend gotinli ser XWENASê 7Xweparêziya Sokratesî – Platon 9Gotinên Şahê Merdan, Diyojen û Lew Tolstoy 33Felsefe, Ziman û Axifîn – Zeynel Abidîn 34Xwedayê di zincîrên bendegeyan de – Zagros Baran 43Gotinên Democrîtos, La Fontaîn û Nîezsche 47Gotinên Dostoyeskî û Cîcero 48Min ji vê zanînê tiştek fêm nekir – Bhartrihari 49Hebûn li gorî Sartre – Qehar Orhan 50Pirtûk – Felsefe û Rûmeta Xwezayê 54Gotinên Democrîtos û Schopenhauer 61Felsefe, cînayet, leşkerî û cînayet – Ahmet Altan 63Pirtûk – Li ser pirtûka “Hebûn û Mirov” 65Pirtûk – Sar 68Zeradeştî – Ramana Mazdeîzm û bandora wê ya li serDîroka Felsefeyê 74Gotninên Descartes 86Gotinên Epîkûros û Mahamatma Gandhî 87Nîetzsche… Yan jî hilweşandina her tiştê ji bo avakirinek nû! 88Gotinên Protogoras û Karl Marks 96Helbesta Ehmedê Xanî û Nîetzsche 97Tawisrês – Hermann Hesse 98Gotina Mela Mistefa Barzanî 102Pirtûk – Girava Stêrkên Vemirî – roman 103Gotina Konfûçyûs 112Felsefeya Dewletbûnê – Zagros Baran 113Hizirkirin di pirsên rexneyê de – Muhsin Osman 119Ey keşteya ku li zinaran qelibî – Che Guewera 133Dewlet wek îfadeya arîk/banê hêza beramanc – Orhan Agirî 134Pirtûk – Kurd û Êzdayetî – Ahmed Akbaş 143Navdarên Kurd – Mihemed Çelkî 144Sartre: Însan weke subjekt – Kovan Sindî 148Gotina Schopenhauer 151Sokrates – Ayhanê Bêrtî 152Satyagraha: Felsefeya Aşîtiyê – Mahatma Gandî 158Ey jormirovan… – Nîetzsche 160Pirtûk – roman – Sîmyager – Paulo Coelho 161Helbestên bijare – William Shakespeare 164Evîna te can ji min bir – Yunus Emre 166Gotina Epîkûros 167Mewlana – Evîn şêrek reş e 168Pirtûk – Împeratoriya Med – Ayhanê Bêrtî 169Pirtûk – Baxçeyê Peyamber – Xelîl Cibran 170Pirtûk – Gulbijêrek ji çîrokên cîhanê – I 171Kampanya Pirtûkan ji bo Şaredariya Ovacix 172Pirtûk – Gulbijêrek ji helbestên wergerî II 173Pirtûk – Binefşa baxê çanda Kurdî: Binefşên Tariyê 174Destpêka Felsefeyê – 1 – Hawar Elî 179Tao Te King – Lao Tse 183Se´diyê Şîrazî – Gulistan 187Kela Baxînê 188Pirtûk – Perdeya şermê rake – Omer Xeyam 189Pirtûkxaneya Kurdî 190Gotina Eliyê Zozan 195Xwenas – kovara felsefî, wêjeyî, ramanî û rexneyîsê mehane derdikeveBerhemeke ji Weşanên SORAN eEdîtor : Zeynel Abidîn HanBerpirsiyariya Redaksiyonê: Zagros BaranGrafîk û Design : Gazîn HanWeşanên SORAN – 2016-Çillehttps://www.facebook.com/kovaraxwenas/?ref=hlÇap û Grêdan : Concept Medienhaus GmbHBülowstr. 56-57 10783 BerlînTel.: 0178 780 76 83ISBN 978-3-981668674Navnîşana daxwezkirinê:email: [email protected] kovarê li welat 20 TL, li Awrûpa jî 20 € yeBihaya abonetiyê : Li welat 60 TL, li Awrûpa jî 60 € ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: