Cîhan

Berdevkê çekdarên DAIŞê hat kuştin

Berdevkê çekdarên Heşda Şeibî amaje bi kuştina Berdevkê çekdarên DAIŞê kir û got: “Berdevkê DAIŞê di dema şerê artêşa Iraqê li dijî DAIŞê hate kuştin.” Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî di daxuyaniyekê de ragehand: “Berdevkê DAIŞê Ebû Mihemed Ednanî di operasyona navçeya Perwane ser bi qeza Hedîsa ve li parêzgeha Enbar hate kuştin, li heman cihê ku Odeya Operasyonên Iraqê kuştina wezîrê berevaniya DAIŞê û 3 berpirsên mezin ji wan ragehandibû.” Sala par çekdarên DAIŞê destên xwe danîbû ser navçeya Perwane û tê gotin ku li wê deverê xelik bi komî kuştine û artêşa Iraqê jî dorpêç kiribûn.Basnews 

Back to top button