Nameya Tevgera Kurdên Demokrat bo serok Barzanî
Birêz serokê dewlete federal a Kurdistanê kek Mesud Barzani, cenabê te sembola netewayiya gelên kurd û Kurdistanê ‘ye.
Dijminên gelê kurd van felsefeya şoreşa qahramanê nemir mele Mistafa Barzani ku ji şiddet û nejadperestiyê dûre fêhm nedikir, Barzaniyê nemir di xwest pirsa kurd bi danûstandın û aşitî bê çareserkirin, lê dagirkerên Kurdistanê ev ziman fêm nekirin.
Îro jî dagirkerên Kurdistanê û hinek hewalbendê van vî zimanî fêm nakin, lê hinek ji dagîrkerên Kurdistanê hatin qonaxa fêmkirina felesfeya Barzaniyê nemir ya pirsa kurd bi danûstandin û aşitî bê çareserkirin. Ew rêbaz ne miriye, dibistana wî berdevame, piştî wefata wi, birêz kek Mesud Barzani serokê hilbijartiyê Kurdistanê hemû kurdan li hemû cihanê di parêzê. Banga bo danûstandin û bi aşiti pirsa kurd bê çareserkirin dikê. Daxwaz ji dagîrkerên Kurdistanê dike û wiha dibêjê: Pirsa 40 milyon kurd bi rûya diyalogê çareser bikin, bratî û wekheviyê bo gelên deverê daxwaz dike. Di Rojhılata Navin de di sereke de dagîrkerên dewleta tirki berî bi demekê digotin serokê aşîran, lê serokwezirê wan Erdoğan, weki serokê dewlete federal a Kurdistan nas kir û bi fermi Kurdistan ziyaret kir.
Hatina Erdoğan bo Kurdistanê ku di bin ala rengîn de û bi runiştina bi serokê dewlete federal a Kurdistanê birêz kek Mesud Barzani re li ser danûstandinên siyasi, diplomasi, abori, aşiti, fêhmkirina banga serokê dewleta federal a Kurdistanê ya pirsa kurd bi riya diyalog û aşitiyê bêt çareserkirinê ye.
Divê gelê kurd û gelê cihanê yê aşitixwaz li bangên aşiti û azadiyê ji bo gelê kurd ku serokê Kurdistanê birêz kek Mesud Barzani daye xwedî derkewin.
TEVGERA KURDÊN DEMOQRAT
BAKURÊ/KURDİSTANÊ