Civak

Xwepêşandan: Parlementerek birîndar e

Îroj li ser daxwaza çend hevwelatîyên herêma Kurdistanê û bi rêdana fermî ya hukûmetê û dezgehên ewledarîyê di demjimar 15.00 paş nîvro de xwepêşandanek li bajarê Kelar hat sazkirin.
 
Di destpêka xwepêşandanê de 4 kes bi cilên sivîl ve ku alayên Kurdistanê jî di destên wan de bûn, êrîşî ser endamê parlementoya Iraqê yê ser bi bizava Goran ve Serdar Ebdullah û endamê parliyamenta herêma Kurdistanê yê ser bi Goran ve Nerîman kirin.
 
Di encama van kirdarên dijwarîyê jî de endamê parlementoya Kurdistanê yê ser bi Goran ve Nerîman birîndar bû.
 
Herweha wan kesan êrîşî ser pêşmergeyekî kevnar jî kirin û ew birîndar kirin.
 
 Li gora gotina piranîya kesên amadebûyî di xwepêşandanê de, ew her 4 kes naskirî ne û ser bi asayişa devera Rizgarî ya Kelar in û di ber çavên hêzên ewledarîyê de, ew kirdar pêk anîn û paşî hîngê ji deverê dûr ketin.
 
Di vê derbarê de peyamnêrê PNA yê li Kelar Sêrwan Hesen pêwendî bi rêvebirê asayişa devera Rizgarî Şemal Ebdullah ve kir û wî jî di vê derbarê de ji PNA re ragihand, ku hemû karmendên wan li baregehê dezgehê amade ne û karên xwe bi cih tînin û ber bi ti cihekî ve neçûne û bûyerên Kelar jî peywendî bi wan ve nîne.
 
Qamaqamê Kelar Selam Şêx Nûrî jî di vê derbarê de ji PNA re got: Li gora wan zanyarîyên ku gihêjtine me, dijwarî di navbera xwepêşanderan bi xwe de dirist bûye û di navbera wan de şer derketiye. Di derbarê êrîşên wan hersê kesan de jî ti zanyarî negihêjtine me.
 
Sê rêxistinên sivîl serpereştiya xwepêşandana Kelar dikirin û qaymaqamê Kelar jî bi fermî rê bi wan dabû, ku xwepêşandanê saz bikin û ew rêdan jî bi maweya 3 demjimaran bû.

Back to top button