Referandum

Nameya sipasiyê ji bo Serok Barizanî

Nameya sipasiyê ji bo cenabê serok Mesûd Barizanî

Di dûyemîn salivegera referandûma serxwebûna Kurdistanê da, em spasî û slavên xwe yên gerim dgîhînin cenabê Serok Mesûd Barizanî ku serpereşitîya wê biriyara dîrokî kir û herweha careka din bang li komelgeha navnetewî, raya gişitî ya cîhanê dikin ku rêz li îradeya rastteqîn ya gelê Kurdistanê bigirin.

Pirsa kurdan, pirseka navnetewî ye û divê komelgehê navnetewî jibo çareserîya vê pirsê berprsîyarîya xwe bîne cih. Mafê kurdan heye ku çarenvîsa xwe teîn bike ji ber ku dewletên dagîrker bi çi awayê naxwazin mafên netewî yên kurdan misoger bikin.

Federasiyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê biriyara mafê serxwebûna Kurdistanê wek destkeftîyeka zêrîn dibîne û dê herdem xwedî li îrada gelê Kurdistanê derkeve.

Di gel silav û rêz

Federasiyona Komeleyên kurdistanê li Swêdê

2019.09.25

Back to top button