Polîtîk

PDK -Bakur : Referandum dengê gel e

Pîrozbê duyemîn salvegera

referenduma serxwebûna Kurdistanê!

Roja referendumê, 25.09.2017 rojek dîrokî ya Kurdistanê ye. Hemwelatîyên Kurdistanê li welat û li derveyî welat bi ṣêweyek niṣtimanperwerî salvegera referenduma serxebûna Kurdistanê pîroz dikin.

Referendum mafê gelê Kurdistanê ye û dengê gel e, li dij sîyaseta dewletên dagirkerên Kurdistanê.

Referendum di heman wext de pêkanîna biryarên Neteweyên Yekbûyî yên sala 1948 di derbarê mafên mirov û milletên bindest de.

Prosessa Referendumê, prosessek gelek bi zanayî û çêker bû. Mîmarê Referendumê, berêz Mesud Barzanî bi biryara îradeya sîyasî ya Kurdistanê, prosessa referendumê gihijande qonaxek herî giring di xebata niṣtimanperwerî de. Encama Referendumê gelekî serkeftî bû û bi tevaya xwe referenduma serxwebûna Kurdistanê, bû destpêka qonaxek nû di xebata welatparêzî de.

Hemwelatîyên Baṣûrê Kurdistanê navek li vê qonaxa nû kirin: DEWLETXWAZÎ.

Encama Referendumê kartek gelek bihêze di tevgera azadixwaz ya Kurdistanî de. Lewra ev yekemîn car bû kû gel bi îradeya xwe daxwaza xwe bi awayek azad û heṣkere da xûyanîkirin di derheqa dewletxwazîya xwe de.

Di prosessa referendumê de dengê niṣtimanî û di encama referendumê de

biryara niṣtimanî wê di paṣerojê de, her tim rola xwe ya erênî bikê li tevaya xebata welatparêzî ya Kurdistanê.

Cardin pîroz bê duyemîn salvegera referenduma serxwebûna Kurdistanê.

25.09.2019

PDK-BAKUR

PARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR

Back to top button