Xwendekarên yekemên Xwendina Kurdî li Kerkûkê hatin xelatkirin

 

Xwendekarên yekemên Xwendina Kurdî ya li bajarê Kerkûkê ji aliyê Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ve hatin xelatkirin.

Roja çarşem bi amadebûna Mihemed Xûrşîd Berpirsê leqa 3 ya li Kerkûkê, birêz Taha Berwarî Berpirsê Nivîsîngeha rêzdar Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ve xelata nivîsîngehê pêşkêşî xwendekarên yekemên Xwendina Kurdî ya li Kerkûkê kirin.

Birêz Birêveberê Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê silav û rêzên cenabê Nêçîrvan Barzanî bi xwendekaran ragihand û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Nerîna min :