Polîtîk
" Nabe serokkomar û wezîrê derve kurd bin "
Jêderê vê ajansê weha jî da xuyakirin, ku li hevhatinek di navbera fraksiyonên siyasî de hatiye kirin, da ku postên serekî bihên dabeşkirin.
Li gora jêderê ajansa Iraqî; nabe ku serokatîya komarê û wezareta derve herdu jî ji kurd re bin, ji ber ku Iraq welatekî Erebî ye û ev herdu post jî nûneriya Iraqê dikin.
Belê di nava daxûyaniya xwe de vî jêderî weha jî da nîşandan, ku dibe serokatîya Iraqê ji Celal Talebanî re be, belê dê wezareta derve ji Erebekî re be.
Herweha vî jêderî da kifşkirin ku bi fermana Amerîka jî, nabe wezaretên ewledarîyê yên Iraqê bikevin di destê alîyê Sedir de.