Erdogan: Em amadene pêşniyara CHP-ê bipejirînin
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu duhî ji bo rakirina madeya 35-ê pêşniyarek ji hukumetêre kirîbû. Kiliçdaroglu di gotarek ya xwe de gotibî ku, eger rastî hukumet dixwazê hesab ji cuntayên leşkerî bixwaze, bila werin madeya ku leşker pişta xwe didinê ji destûrê derêxin. Duh serokkomarê Tirkiye serokê parlementoyê ev guhertin bi awayek erênî nirxandin û rakirina vê madeyê baş dîtin. Pişgiriya daxwaza serokê CHP-ê kirin.
Îro serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan bersiva serokê CHP-ê da û got, heger chp di vê pêşniyara xwe de cidî be, bila kerembikin pêşniyarê bînin parlementoyê emê bi hevrê li ser rakirina vê madeyê li hevhatinekî bikin û rakin. CHP kengê dixwaze em amade ne, lê dixweyê Ak-Partî serokê CHP-ê cidî nabîne. Piştî vê daxûyaniya Erdogan deng ji CHP-ê derneket.