Polîtîk

Çareserkirina pirsa Kerkukê zehmete

Fermandarê hêzên Amerîka yên li Iraqê general Raymond Oderno ragihand, ku ew weha dibînin ku pirs û arêşeyên navbera Kurdan û Ereban ên li ser bajarê Kerkûkê, nayên çareserkirin. Raymond Oderno di bêjedana xwe de weha jî got, ku ew dê hêzên xwe ji Iraqê û Kerkûkê vebikişînin û li hêvîya çareserkirina pirsên navbera Kurd û Ereb nemînin.

Raymond Oderno di vê derbarê de got: “ Em dê ji bajarê Kerkûkê û ji hemû deverên Iraqê jî derbikevin. Em hêzên xwe di Iraqê de nahêlin û em nikarin li hêvîya çareserkirina pirsên navbera Kurd û Ereb bin.“

Herweha Raymond Oderno da xuyakirin, ku hinek caran ronahî çê dibin û hinek pirs ber bi çareserkirinê ve diçin, belê ew weha dibînin, ku nakokîyên navbera Kurd û Ereb dê bê çare bin.

Raymond Oderno weha jî da nîşandan, ku ev nakokî, pirs û arêşeyên navbera Kurdan û Ereban, xeterek mezin li bakurê Iraqê çê dikin û dihêlin, ku ev devera han herdem ne aram be û herdem şer lê hebe.

Back to top button